H’emû nûçeSereke

Serok Barzanî: hêvîdar im sersala Koçî bibe derfetek ji bo pêşxistina aştî û aramîyê li herêmê

Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê sala nû ya Koçî li misilmanan pîroz kir û hêvî xwast ev bone, bibe derfetek ji bo bihêzkirina çanda hevduqebûlkirinê û pêşxistina aştî, aramî û biratîyê li herêmê.  

Serok Barzanî di peyama xwe de gotîye: “Bi boneya hatina sersala 1446 a ya Koçî û yekê meha mûherremê, germtirîn pîrozbahîyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê dikim û hêvîya bextewerîyê ji hemû kesan re dixwazim”.

Serok Barzanî dibêje: “Hêvîdar im ev boneya pîroz, bibe derfetek ji bo bihêzkirina çanda hevduqebûlkirinê û pêşxistina aştî, aramî û biratîyê li herêma me”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button