H’emû nûçeSereke

Raporta Freedom House ê çevê wan hemû meriva vedike, yên ku Adirbêcanê çawa hevkara amin hesab dikin: parlamêntvanê swêdî 

Şebeqê min raporta  Freedom House ê xwend, ya bi sernavê “Bona çi li Qerebaxê ermenî tunene?”. Raportêda derheqa xirabkarîyên Adirbêcnêda, yên ji agirbesta sala 2020 î destpêkirî hetanî gulana sala 2024 a hatîye raberkirinê. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê parlamênta Swêdê  Êrîk Hêlsborn malperên sosîyalîda nivîsîye.

“Werin em carekêra ji wan qezîya û zordarîyên hêzên Adirbêcanêye dijî binelîyên ermenîye edil destpêkin.Werin em derheqa axaftinên nevsên dewletêye fermî jî bêjin.Bi cedandina  belavkirina wê propagandayê, ku gelo wê çi bibe, heger şerekî mayîn destpêbe.

Dorgirtina neh meha, kîjanê krîzeya hûmanîtarî pêşda anîye, berdewam dibe.Ewê bi êrîşa Adirbêcanêye meha îlonêva ser hevda bê û ji herêmê ji  sed hezarî zêdetir ermenîyên êtnîk  derbikevin. Paşê raportêda derheqa wê yekêda tê raberkirinê, ku vandalîzma çi cûreyî dijî dêra û mexbera tê mîyaserkirinê.

Bi xwendina raportê, em tên ser wê fikirê  wekî reva binelîyên Qerebaxêye ermenî encamên planên Adirbêcanêye amadekirîye û ew yek li gorî normên paqijkirinên êtnîkîye. Bona wê yekê nevsên azêrîye fermî dikarin li ber mehkema navneteweyî li ber cabdarîyê bisekinin.

Hêjaye ku vê raportê şuxulkarên Rojavayêye sîyasî bixwînin, yên ku difikirin ku Adirbêcan dikare bibe hevkara amin. Bi wê yekêva tevayî, her şuxulkarekî sîyasî, yê welatê endamê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv gerekê nekardarîya aşîtîparêza bibîne.Ew yan nikaribûn, yan jî nexwestin kesekî biparêzin”,- parlamêntvanê Swêdê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button