H’emû nûçeSereke

Rengên xwînmij yên “Gurên  gewir”: ev rêxistina tirk bi çi tê naskirin?

Li gorî Bildê, jêsta parêzvanê tîma neteweyî ya fûtbolê ya Tirkîyayê Dêmîral ya silavkirina “Gurên gewir” ya ûltraneteweperest, wê ne tenê bibe sedema sekinandina 2 lîstikan, di heman demê de têkilîyên dîplomatîk yên di navbera Almanyayê û Tirkîyayê de jî aloz dike. “Azatûtyûn” bi kurtî vedibêje ku bingeha wê tevgerê çi ye û bi çi awayî derketîye pêş.

 “Gurên gewir”, yan jî “Bozgûrd”, wek sîya, baskê hêzê yê tevgera neteweperest, hevparê koalîsyonê yê Partîya dad û geşepêdanê (AKP) ya Êrdogan tê hesibandin. Her du rêxistin jî ji alîyê heman kesî ve hatine damezrandin. Îdêolojî: pantûrkîzm, neteweperestîya tûnd. Ew bi pevçûn, kiryarên xwe yên xwînrêj û çend êrîşên têrorîstî yên bi dengekî bilind li dijî ermenîya, kurda, yûnan û kêmneteweyên din û tevgerên çep yên li Tirkîyayê, di nav wan de hewldana kuştina Pap Yûhenna Pawlos II di sala 1981 de. Li Aûstrîyayê, Fransîyayê, Qazaxistanê qedexe ye.

Bingeha tevgerê

Tevgera bi îdêolojîya pantûranî  sala 1966 a de ji alîyê damezrînerê partîya “Tevgera Netewî” Alparslan Tûrkêş ve hatîye avakirin. Berîya wê jî ew bû yek ji organîzatorên “Darbeya 27 ê gulanê”, ya yekem di dîroka Komara Tirkîyayê de, ku di encamê de serokwezîr Adnan Mêndêrês û çend endamên din yên hukumetê hatin darvekirin.Tûrkêş xwedî karekî dirêj yê sîyasî bû, heta çend salan cîgirê serokwezîr bû.

Çima gur?

Di mîtolojîya komên etnîk yên tirk de gur xwedî girîngîyeke bingehîn e. Li gor efsaneyeke (û ne bi tenê) gurek kurekî tirk bi şîrê xwe xwar dike û ji lawik ducanî dibe. Zarokê ku nîv-mirov-nîv-gur bû, dibe damezrînerê serok-eşîra goktûrkan ku di sedsalên 6-8-a de li Asyaya Navîn dijîyan. Tûrkeş yek ji wan kesan bû ku li Tirkîyaya îroyîn ev jêsta dişibihe xêzkirina serê guran.

Îro jî Êrdogan û rayedarên din yên tirk heman jêst nîşan didin.

Tirkîya- alîgirê Receb Êrdogan ku bi portreya xwe kepçeyek li xwe kirîye û nîşana “Gurên gewir” nîşan dide, serkeftina serokkomarê niha di tûra duyemîn ya hilbijartinên serokomarîyê de, Enqere, 29 ê gulan sala 2023 a, pîroz dike.

Weke mînak wezîrê karên  der Çavûşoglû  24 ê nîsana sala 2022 a de li Ûrûgûvayê bertek nîşanî xwepêşanderên ermenî da.

Xwîn û pevçûyîn li hundirê Tirkîyayê…

Salên 1970 î û 1980 yî de li Tirkîyayê pêleke mezin rû da. “Gurên gewir” di nav tevgerên din yên neteweperest de, li dijî kurdan, elewyan û hêzên çepê beşdarî şîdetê bûne. Di nav bûyerên herî bi xwîn de pevçûyînên  yên di sala  ê gulana sala 1977 de (zêdeyî 40 qurbanî), êrîşên Maraşê yên li dijî elewîya û kurdan sala 1978 de (heta 180 qurbanî).

Têkoşîna li dijî ermenîyan li Avropayê

Tevger piştî ku  salên 1970 î de bi hêz bû, di sala 1980 yî de piştî derbeyeke din ya li Tirkîyayê rastî bertekên tûnd hat. Desthilatdarên nû hem li hember çep û hem jî li dijî tundrewên rastgir dest bi têkoşînê dikin, Tûrkêş jî di zindanê de ye. Lê belê “rûmeta” wan namîne. Endamê “Gurên gewir” Abdûla Çatiln ku berîya niha di kuştina gelek çalakvanên çep de berpirsyar bû, bi sûcdarîya bazirganîya narkotîkê li Swîsreyê hat girtin. Piştî serbestberdana xwe dibe serokê “Gurên gewir” û ji alîyê îstîxbarata tirk MÎT ê ve jî, hem li dijî şervanên ASALA ê û hem jî li dijî ermenîyên asayî û endamên Partîya Karkerên Kurdistanê, weke kujerekî kirêgirtî tê erkdarkirin.

Çatlî bi bombekirina bîrdarîya ku ji bo qurbanîyên qirkirina Ermenîyan ya li Alfortvîlê di sala 1984 a de hatibû kirin ve girêdayî bû. Neteweperestê tirk ragîhand ku ew berpirsê sûîqesta li dijî rojnamevan Ara Toranyan û kuştina fermandarê ASALA ê Hakob Hakobyan e, lê ti delîlên zelal yên vê yekê tune ne. Çatlin di sala 1996 de di qezayekê de mir. Cîgirê serokê polîsê Stembolê û yek ji parlamêntarên Meclîsê di otombêlê de bûn, ku hevkarîya sîya ya hikûmeta Tirkîyayê bi tawankarekî giran ku bi kuştinê hatîye tawanbarkirin, ku ji alîyê întêrpolê ve tê xwestin, eşkere kir.

Hewldana kuştina Pap

Sala 1981 de, dibe ku çalakîya herî navdar ya “Gurên gewir” pêk hat. Endamê rêxistinê Mêhmêt Alî Agca hewl da Pap Yûhenna Pawlos 2 a bikuje. Çatli ya navborî ji bo organîzekirina sûcê bû. Lê belê hewla sûîqestê bi ser neket. Bapîr birîndar bû lê sax ma. Piştî du salan di girtîgehê de ma, Agca daxwaza hevdîtina bi Pap re kir, ku sala 1983 de çêbû. Di hevdîtinê de Agca tobe kir û ji Pap efû kir.

Kê tevger, kengê û çawa qedexe kir?

Avstrîya  sala 2019 a de nîşandana sembolên “Gurên gewir” û herwiha sembolên Partîya Karkerên Kurdistanê û marksîstên Tirkîyayê qedexe kiribû. Sala 2020 î de di şerê 44 rojî de neteweperestên tirk yên li Fransîyayê gelek êrîş li dijî ermenîyan pêk anîn û li kolanên Lyonê meşîyan û piştra Fransîya jî rêxistin qedexe kir. Li Qazaxistanê ya misilmanan û tirkmên jî “Gurên gewir” qedexe ye. Li Almanya ku skandala herî dawî lê derket, ne di lîsteya reş de ne, lê di bin kontrola hiqûqa herêmî de ne.

Tevgera li Azerbaycanê

Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê, di şerê yekem yê Arsaxê de, damezrînerê “Gurên gewir” Tûrkêş serdana Bekûyê kir. Piştî demeke kin çend sed endamên “Bozgûrdîyan” derbazî Adirbêcanê bûn. Li Tovûzê, li gor îfadeya polîsê herêmê Novrûz Hasanov, tîmeke ji 500 kesî pêk dihat, ne tenê li dijî ermenîyan şer kir, di heman demê de perwerdehîya şer ya azêrîyan jî dikir. Dema ku di salên 1992-1993 an de wezîrê karên hundir Îskender Hamîdov partîyeke bi navê “Bozgûrd” damezrand, tevgerê jî cîhekî sîyasî girt. Her wiha, di dema wî de, li gorî HRW, “Bozgûrd” navnîşanên ermenîyên ku di dema şer de li Adirbêcanê jîyana xwe domandin, weşand û kir hedefa neteweperestan.

Sala 1995 de, OPON ya Adirbêcanê li Tovûzê û Qazaxistanê serî hilda, ku demekê fermandarê wê Hemîdov bû. Serhildan tê tepisandin, “Bozgûrd” tê qedexekirin û Hemîdov tê avêtin zindanê. Piştî berdana xwe bi heman îdêolojîya pantûrkîst Partîya gel ya netewî ava kir.

Amade

Leşkerên tirk ji nîşandana jêstê dûr nakevin

Neteweperestên tirk li vî welatî ku “birayê wan yê mezin” MHP hevalbendê partîya Êrdogan e, çalakîya xwe didomînin. Li Rojavayê jî di bin banê gelek rêxistinên çandî de kar dikin û gelek cara bi ermenîya, kurda û elewîya re dikevin nava nakokîyan. Û piştî şerê Sûrîyayê, enîyeke leşkerî jî ji wan re hat vekirin, di van salên dawî de ew bi awayekî çalak beşdarî opêrasyonên leşkerî li dijî serok Esed û kurdan bûn. Yek ji beşên herî navdar  sala 2015 a de bû, dema Alparslan Çelîk, kurê şaredarê Kebanê yê Tirkîyayê, pîlotê rûs Olêg Pêşkov ku firokeya wî ji alîyê F-16 yên Tirkîyayê ve li ser Sûrîyayê hatibû xistin, xistibû xwarê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button