Samanta Paûêr wê seredana Ermenîstanê bike da ku kûrbûna hevkarîya Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî piştrast bike

Seroka ajansa pêşketinê ya navneteweyî ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Samanta Paûêr wê 8-11 tîrmehê li Ermenîstanêbe da ku kûrbûna hevkarîya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bi Ermenîstanêra piştrast bike. Li gorî “Armênprêss” ê, em ji postek li ser rûpela “Instagram”-ê ya USAID ê agahdar dibin.
“Ajansa pêşketinê derheqa seredana seroka ajansê Samanta Paûêrêda ya li Ermenîstanê ragîhandîye. Rêvebira ajansê Samanta Paûêr wê 8-11 ê tîrmehê li Ermenîstanêbe da ku kûrbûna hevkarîya Dewletên Yekbûyî bi Ermenîstanêra piştrast bike, piştgirîya ajansa pêşketinê ji bernameya rêformê ya hukumeta Ermenîstanêra ronî bike, û hewildanên ji bo zêdekirina berxwedêrîya Ermenîstanê pêş bixe”,-nava nivîsarêda hatîye dîyarkirinê.
Di vê seredana xweda, seroka ajansê wê bi karbidestên payebilind yên hukumeta Ermenîstanê, serkirdeyên karsaz, ciwan û nûnerên mêdyayêra bicive û tekezî li ser pabendbûna ajansê ji bo bihêzkirina dezgehên dêmokratîk yên Ermenîstanê û bikaranîna potênsîyala wê ya aborî ji bo berjewendîya hemû ermenîyan bike.
Ewê her weha rastî penaberên ji Qerebaxê bê da ku piştgirîya Dewletên Yekbûyî ji hukumeta Ermenîstanêra di peydakirina alîkariya mirovahîda, di navda alîkarîya derûnî û demdirêj ya ji cîh û waran ji bo ji nûva avakirina jîyana wan xurt bike.







