Avakirina hevkarîyên bihêztir ji bo ewlehîya cîhanî: fermandarîya avropî ya Dewletên Yekbûyî

Sererkanîya Amêrîkayê ya Avropayê wêneyek di X ê de weşand û tê de behsa tetbîqata leşkerî ya hevpar ya ermenîya-amêrîkî ya ku wê di 15-24 ê tîrmehê de li Ermenîstanê bê lidarxistin, kir.
“Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî di çarçoveya “Eagle partner-2024″ de di navbera 15-24 tîrmehê de li Ermenîstanê dê hêzên xwe bidin hev. Bi perwerdekirina topxaneyê, perwerdehîya îstîqirarê û naskirina çekan ve pêşkeftina jêhatîbûna aşîtîyê. Avakirina hevkarîyek bihêztir ji bo ewlehîya cîhanî”,-di sernivîsê de tê xwendin.
Berîya niha hatibû ragîhandin ku tetbîqata leşkerî ya hevpar ya ermenîya-amêrîkî ya bi navê “Eagle partner-2024” dê di çarçoveya amadekarîyên beşdarbûna mîsyonên aştîyê yên navneteweyî de, di navbera 15-24 ê tîrmehê de li Ermenîstanê bê lidarxistin.
Eskerên hêzên çekdar yên Ermenîstanêye aşîtîparêz, hêzên bejayî yên Amêrîkayê yên li Avropayê û Afrîkayê û parastina neteweyî ya Kanzasê wê beşdarî tetbîqatê bibin.
Armanca tetbîqatê ew e ku di çarçoveya opêrêsîyonên aşîtîyê de asta hevxebata yekîneyên ku beşdarî mîsyonên aştîparêz yên navneteweyî dibin, pevguhertina baştirîn pratîkên rêveberî û ragîhandina taktîkî û her wiha zêdekirina amadebaşîya yekîneya Ermenîstanê ye.
Di çarçoveya amadekarîyên mîsyonên aşîtîyê de, yekîneyên ku ji bo opêrasîyonên aştîyê yên navneteweyî amade dikin, bi rêkûpêk beşdarî tetbîqat û tetbîqatên leşkerî yên hevpar yên li welatên hevkar dibin.







