Damezrandina sîyasî ya li Ermenîstanê ji bo Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wê bibe kêfxweşyeke biha: sîyasîzan

Serdana Samanta Paûêrê, seroka ajansa pêşketinê ya navneteweyî ya Dewletên Asmêrîkayêye ji bo Ermenîstanê 8-11 ê tîrmehê sê rojî ye. Wê demê Paûêr wê bi rayedarên hukumetê, nûnerên civaka sîyasî, mêdyaya girseyî û karsazan re bicive. Berîya niha jî bi koçberên ji Arsaxê re hevdîtin pêk anîbû û bi wan re li nuqteya xwarinê amade kiribû.
Dema ku Paûêr bi niştecîhên Arsaxê yên ji cîh û war re dicive, pispor li ser armancên serdanên ku ji hêla amêrîkî ve hatî destpêkirin diaxivin.
Sîyasetnas Hrant Mîkayêlyan di axaftina xwe ya bi “Radyolûr”ê re dibêje, ji bo avakirina sîyasî li Ermenîstanê veberhênanên cidî yên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî hewce dike, ji ber ku Ermenîstan di rewşeke dijwar de ye.
“Rastîya ku rayedarên xuyayî tên Ermenîstanê, tê wê wateyê ku têkilîyên her du dewletan bi awayekî berbiçev baş bûne, dîyalogeke berfireh tê kirin, mijarên cûre-cûre tên nîqaşkirin û ji ber ku ev serdan demeke dirêj dewam dike, ev tê wê wateyê ku serdan pratîk in, gelek tişt tên nîqaşkirin û biryar tê girtin û ev hemû jî dê bandorê li sîyaseta pêşerojê bike. Avakirina baregehekê li Ermenîstanê, mebesta min ne ew e ku baregeheke leşkerî be, lê avakirina baregeheke bi tenê ya sîyasî ji bo Dewletên Yekbûyî kêfxweşîyeke biha ye, ji ber ku Ermenîstan xwedî pirsgirêk û metirsîyên cidî yên ewlehîyê ye”.
Zêdekirina berxwedanê, gelo dê Dewletên Yekbûyî gavan bavêje ji bo rêgirtina li gotinên êrîşkar yên Adirbêcanê, yan gavên ku ji bo pêşîlêgirtina çewsandinê ne?
Hrant Mikayelyan: “Li derdora Ermenîstanê welatên ku li dijî Ermenîstanê ne û welatên ku li dijî Dewletên Yekbûyî ne û kûrbûna hevkarîya ermenîya-amêrîkî wê bibe sedema yekbûna van welatan li dijî Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî. Li vir pirsek derdikeve pêş: gelo dê Dewletên Yekbûyî ji bo rêgirtina li wan welatan gavan bavêje? Em ji dîrokê fêm dikin ku na, ji ber ku di sala 1920 de jî, dema ku Dewletên Yekbûyî û Brîtanya Mezin di şerê cîhanê yê yekem de bi ser ketin û Rûsîya û Tirkîya têk çûn, di vê herêmê de biryarder bûn û hewilên Ermenîstanê yên di wê demê de. Rojava bû sedema windakirina serxwebûna Ermenîstanê ku bi Antant û Amêrîkayê re têkilî danî. Em hêvî dikin ku vê carê wisa nebe”.
Samanta Paûêr wê bi karbidestên payebilind yên hukumeta Ermenîstanê, karsaz û nûnerên mêdyayê re bicive da ku pabendbûna Amêrîkayê ya xurtkirina sazîyên dêmokratîk yên Ermenîstanê û bi kar anîna potênsîyala wê ya aborî ji bo berjewendîya hemû ermenîyan ronî bike, bi vî awayî serdana wê bi fermî tê pêşkêş kirin.
Sîysîzan Hrant Mîkayêlyan di wê bawerîyê de ye ku Dewletên Yekbûyî bi rastî dixwaze bandora xwe li Ermenîstanê zêde bike. Ermenîstan jî vê yekê dixwaze, lê pisporê sîyasî dibîne ku Waşîngton ne amade ye gavên ku Ermenîstanê hewce dikin bavêje.
Hrant Mîkayêlyan jî bi vê çavdêrîya ku Tirkîya û Adirbêcana ku têra xwe li hember Amêrîkayê xurt in, îro ne di berjewendîya wan de ne, lê di vê mijarê de nazikî hene.
“Eger li Tirkîyayê bibînin ku Dewletên Yekbûyî hewl dide ji Ermenîstanê piştgirî çêbike, ew ê xetereya li ser siberojê, endametîya NATO ê jî di nav de, binirxînin û dikarin dîsa li dijî Ermenîstanê tevbigerin û li vir pirseke pir cidî derdikeve holê, gelo Amêrîka wê çi bike. Çalakîya Dewletên Yekbûyî bi wê yekê dîyar dibe ku Dewletên Yekbûyî dixwaze tiştekî ji Ermenîstanê bistîne û nede.
Seroka ajansa pêşketinê ya navneteweyî ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Samanta Paûêr di daxuyanîya çapemenî ya berîya serdanê de hat gotin ku Amêrîka piştgirîya xwe ya bi tundî ji dêmokrasî, berxwedana aborî, serwêrî û yekperçetîya axa Ermenîstanê re dupat dike, ku li gorî zanyarê sîyasî, ev yek bêtir daxuyanîyeke li dijî Rûsîyayê ye.







