Cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan pêşwazîya seroka ajansa pêşketinê ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Samanta Paûêrê kirîye

Cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan pêşwazîya dêlêgasîya bi serokatîya seroka ajansa pêşketinê ya navneteweyî ya Dewletên Amerîkayêye Yekbûyî (DYA) Samanta Paûêrê kirîye.
Di axaftinêda, alîyan li ser rojeva veguherîna dîjîtal ya Ermenîstanê gotûbêj kirin û tekezî li ser piştovanîya berdewama Amêrîkayêye di wî warîda kirine. Bi taybetî bal kişandine ser girîngîya dîjîtalkirinê di warên xurtkirina dêmokrasîyê, aborî û sîstêma darayî, dabînkirina bawerîyê bi sazîyên giştî û parastina mafên mirovan. Her wiha behsa xebatên hevpar yên di warê xweşbînîya kar û barên giştî yên li Ermenîstanê, başkirina çarçoveya qanûnî ya ji bo xurtkirina ewlehîya sîber û her weha pêşdabirina têknolojîya, ya bi piştgiriya ajansa Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê, (DYA) hatîye kirin.
Piştî civînê daxuyanîya seroka ajansa pêşketinê ya navneteweyî ya Amêrîkayê Samantê Poûêrê hatîye dayîn.







