H’emû nûçeSereke

Kirîn-frotana di navbera Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Ermenîstanêda nava sê salada sêbare bûye

Nava du salên dawîda ajansa pêşketinê, ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî piştgirîya xweye bona Ermenîstanê dubare kirîye.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda seroka ajansa pêşketinê Samanta Paûêrê wextê prêss-konfêransê gotîye.

“Me piştgirî daye werguhastinên dêmokratîke li Ermenîstanê, şerkarîya dijî ruşetxwerinê, çapenîya serbest, usa jî me xebat tevî hukumatê kirîye”,-Paûêrê gotîye.

“Me piştgirîya çêkirina “Bajarê înjênêrîyê” kirîye, yê ku wê alî karîyêra xwendikara bike.Me alî hukumatê kirîye ku nava govekên cudada hal bidine guhartinê. Învêstîsîyayên vî cûreyî encama didin.

Ji sala 2020 î da kirîn-frotana di navbera Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Ermenîstanêda sêbare bûye û ji 96 mîlyon dolarî gihîştîye 321 mîlyon dolarî.

Em zanin,wekî ew hejmar dikarin diha bilindbin û kirîn-frotana di navbera herdu welatada dikare bê lezêxistinê.Derheqa wê yekêda me tevî Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotûbêjkirin mîyaser kirin”,- Paûêrê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button