H’emû nûçeSereke

Kongrêsmênên amerîkî bang li Baydên kirine ku vegera ermenîyên Qerebagêye ewle, ya li malên wan, bidine çareserkirinê

Endamên komîtêya kar û barên ermenîyan, ya Kongrêsa Amêrîkayê berî civîna NATO ê ya li Waşîngtonê daxuyanîyeke hevpar dan û bang li serokê Amêrîkayê Co Baydên kirin ku bona paqijkirinên êtnîkîye li Qerebagê Adirbêcanê li ber cabdarîyê bidine sekinandinê û pişgirîyê bidine vegera ermenîyên Qerebagêye li malên wan, usa jî serbixwetîya Ermenîstanê biparêzin.

Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, komîtêya data Ermenî ya Amêrîkayê di vê derbarêda peyamek belav kirîye.

Kongrêsmêna bang li rêvebirîya Baydênê serok dikin ku garantîyayê bide ku Adirbêcanê ji ber kiryarên xwe bi encamên wê re rû bi rû bimîne û sûcên şêr, binpêkirinên mafên mirovan û paqijkirina etnîkî, ya zêdetirî 120 000 ermenîyên li Qerebaxa Çîya, wê bê ceza nemînin.

Tê gotin ku divê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî destekê bide serwêrîya Ermenîstanê û daxwazên êrîşkar yên Adirbecanê red bike. Di daxuyanîyê de hatîye gotin: “Ev tê wateya rawestandina alîkarîya leşkerî ya ji bo Adirbêcanê û sepandina cezayên li dijî rayedarên ku ji binpêkirinan berpirsyarin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button