H’emû nûçeSereke

Li gorî wî pisporê sîyasî, armanca Adirbêcanê ew e ku bi awayekî demkî pêvajoya aştîyê bi Ermenistanê re rawestîne

Armanca Adirbaycanê ew e ku heta niha pêvajoya aşîtîyê bi Ermenîstanê re paşde bixe, di heman demê de ku di reşnivîsa peymana aşîtîyê de ti ferq û cudahiyên bêserûber tune ne û mimkûn e ku di mehekê de metnê bi dawî bike, ev tê wê wateyê ku helwêstên alîyan nêzîkî hev in.

Li gorî rapora “Armênprêss”ê, serokê navenda lêkolînên polîtîkayên ewlekarîyê Arêg Koçînyan di civîneke çapemeniyê de li ser mijara “Armanca pêşmercên Elîyêv ji guhertina destûra Ermenîstanê çi ye” ev nêrîna xwe dîyar kir.

“Di vê rewşê de, axaftin li ser guhertina destûra Ermenîstanê, herî baş tê wê wateyê ku şertên îmzekirina peymana aştîyê bi girîngî paşde bixe, û ya herî xirab jî rawestandina pêvajoya mûzakereyê ya ku bi armanca bidestxistina aştîyê ye”,-Koçînyan gotîye.

Li gorî çavdêrîya pisporê sîyasî, kiryarên Bekûyê bi du awayan têne şîrovekirin. Ya yekem ew e ku Adirbêcan bi rastî jî ti peymaneke aştîyê naxwaze, lê xwe ji alozîyên nû û heta opêrasîyonên leşkerî jî amade dike. Û bijardeya duyem jî ew e ku di salên 2022-2023 a de, di navbera Rûsîyayê û Adirbêcanê de hin peyman hatin çêkirin, ku bi taybetî paralelî pêvajoyên paqijkirina etnîkî ya Qerebaxa Çîya û vekişîna hêzên aştîparêz yên Rûsîyayê û Adirbêcanê, li gorî, li hember wê rêkeftinê, di berdêla wê de peymana aştîyê îmza neke, yan jî heta ku dibe bila bibe îmzekirina wê dereng bikeve, û eger pêvajo neçar be, wê demê îmzekirina wê li Moskvayê pêk bê, ku dê tekezî li ser rola zêde ya Rûsîyayê di van hemûyan de bike.

 “Ez zêdetir meyla bijardeya duyemîn im, ji ber ku Adirbêcan li hember Rûsîyayê xwedî erk e. Sedema daxuyanîya bêaqil ya alîyê Adirbêcanê jî ev e, ku Bekû ji Ermenîstanê daxwaza guhertina destûra bingehîn dike. Ev gotin ji alîyê naverokê ve jî bêwate ye. Ev madeya ku di destûra bingehîn de, ji bilî xalan, behsa beşê pêwendîdar yên danezana serxwebûnê dike, bû sedem ku  fêdêrasîyona şoreşgerên Ermenîstanê piştî sala 2008 a li ser wê rêfêransê serî li dadgeha destûra bingehîn bide û bi îdîaya ku protokolên syûrîxê nedestûrî ne, serî li dadgeha destûra bingehîn bide. Wê demê,dadgeha destûrî  biryarek berevajî da. Bi gotineke din, biryareke pêşîn heye ku ev rêfêrans nikare bibe asteng ji bo xalên ku di beşa peywendîdar ya daxuyanîya serxwebûnê de cîh digirin”.

Li gorî Koçînyan, norma destûra bingehîn ya ku ji alîyê Adirbêcanê ve hatîye raber kirin, ku li gorî wan divê bê guhertin, bi rastî jî nayê guhertin. Ji bo cîbicîkirina wê daxwazê, pêwîstîya me bi destûra bingehîneke nû heye, ku pejirandina wê pêvajoyek pir aloz û demdirêj e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button