Li Kurdistana Îraqê rûê opêrasîyonên Tirkîyayêye leşkerîda 162 gund hatine valakirinê

Organîzeya mafparêz “Community Peacemaker Teams” ê, ya ku li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî dişuxule, xemgînîya xwe girêdayî wê yekêra daye dîyarkirinê,wekî li Kurdistana Îraqê opêrasîyonên Tirkîyayêye leşkerî berdewam dibin.
Hatîye dîyarkirinê,wekî hetanî niha 162 gund hatine valkirinê û heger hal sertbe, zêdetir meriv dikarin ji cîh û warên xwe derkevin. Tirkîya dicedîne li herêmê opêrasîyonên xweye dijî Partîya Karkerên Kurdistanê bide berfirehkirinê.
Li gorî nûçeya CPT ê 15 ê hezîranêda Tirkîyayê li 6 gundên başûrê Kurdistanê opêrasîyon destpê kirine, telîma pêk tîne.Hatîye gotinê,wekî rûyê wê yekêda 162 gund hatine valakirinê, bi taybetî yên li ser sînorê qeza Dihokê. Here kêm 602 gund bin qezîya valakirinêdanin. Derheqa wê yekêda raporta organîzeya mafparêzda hatîye gotinê.







