H’emû nûçeSereke
Zanyaran zelal kirine ku ji hezîrana sala 2023 a vir ve her meh li ser rûyê erdê ji ya berê germtir e

Ji hezîrana sala 2023 a vir ve, her meh li ser rûyê erdê ji ya berê germtir e, germahîya navîn ya gerdûnî 1,64 °C li ser asta aramîya avhewayê hiştîye. Li gorî malpera sazîyê pisporên sêrvîsa çavdêrîya avhewayê ya Avropayê Copernicus gihîştin vê encamê.
Zanyaran dibêjin zincîra 12 mehan ya germahîya rêkorê hinekî jî ji ber fênomêna avhewayê ya El Nîno ye, ku li rojhilatê pasîvîkê avên germtir ji normalê çêdike. Ev faktor ji hezîrana sala 2023 a heya gulana sala 2024-a derbaztir bû.
“12 mehên borî de rêkorên herî bilind yên wekî yên din hatine dîtin, ku bi giranî ji ber belavbûna gaza serayê û dîyardeya El Nîto li pasîvîkê ya tropîkal ve hatî rêve kirin”,-cîgira rêveberê C3S Samanta Bûrcêsê gotîye.







