Cîgira sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî li komplêksa Sîsêrnakabêrdêye bîranîna qesidîye

Cîgira sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Ûzra Zeya, 14 ê tîrmehê bi rêberîya balyoza Amêrîkayêye li Ermenîstanê Krîstîna Kwînê, li komplêksa bîranîna komkujîya Ermenîyan qesidîye.
Mêvan ji alîyê rêvebera mûzêyî-înstîtûta komkujîya Ermenîyan Êdîta Gzoyanê hatîye pêşwazîkirin. Bi rêberîya wê mêvan li koplkêsa komkujîya Ermenîyan qesidîn û ewê dîroka avakirina bîrdarîyê raber kir.
Xanim Zeyayê gul danî li ser bîrdarîya qurbanîyên komkujîya Ermenîyan, piştre mêvanan gul danîn ber agirê herheyî û bi deqeyekê rêzgirtinê bîranîna qurbanîyên bêguneh yên komkujîya Ermenîyan girtin.
Seroka mûzêyî-înstîtûta komkujîya Ermenîyan Êdîta Gzoyanê bi mêvana ji Dewletên Yekbûyîra çûye Hûşapatê, ku li pişta wê, di nav niçikên taybet de, qetlîamên ku dewleta tirk di dawîya sedsalên 19 a û serê 20 î de li ser ermenîyan pêk anîbû û çend bîyanîyên ku li dijî qirkirinê dengê xwe bilind kirin, bi kurtasî firaxên piçûk yên tijî ax ji gorên kesayetîyên giştî, sîyasetmedar, rewşenbîr û mîsyoneran hatine derxistin.
Li ser xebatên Hênrî Morgênthaû û Klara Barton yên alîgîrê Ermenîstanê jî ewe destnîşan kir ku bi saya xebatên wan raya giştî ya Amêrîkayê ji qetlyamên li dijî Ermenîyan yên li împaratorîya Osmanî baş agahdar bû û destnîşan kir ku naskirina komkujîya Ermenîyan ji alîyê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ve ev e.
Seroka mûzêyî-înstîtûta komkujîya Ermenîyan derhêner dîroka parka Bîrnebûnê jî raberî mêvanan kir û destnîşan kir ku yekemîn dar sala 1997 a ji alîyê sênatorê Dewletên Yekbûyî Robêrt Doûl ve ji bo bîranîna rizgarbûyê komkujîya Ermenîyan, emelîkarê ermenî-amêrîkî Hambar Kêlêkyan hatîye nikandin.
Endamên dêlêgasîyayê her wiha serdana mûzêya komkujîya Ermenîyan kirin, pêşangehên daîmî û demkî hatin naskirin. Xanim Ûzra Zeyayê jî di pirtûka bîranîna mêvanên Rûmetê de notek çêkir. Rêvebira qirkirina Ermenîyan Êdîta Gzoyanê ji bo serdanê spasîyên xwe raberî mêvana rêzdar kir û pirtûkên li ser komkujîyaa Ermenîyan û herwiha pirtûka Ara Kêtîpyan ya bi navê “Êrîşa azêrîyan li dijî Ermenîyan li Transkafkasîyayê (1905-1921)” pêşkêşî mêvana rêzdar kir.







