H’emû nûçeSereke

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî gerekê piştgirîyê bide serbixwetî û parastina Ermenîstanê:Frênk Paloûn

Kongrêsmênê amêrîkî Frênk Paloûn bi axaftina derheqa hevdîtina van axirîyaye li Waşîngtonê, ya wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der daye dîyarkirinê,wekî Amêrîka gerekê piştgirîyê bide serbixwetî û parastina Ermenîstanê.

Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda ewî mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye û serda zêde kirîye, ku ew şaye wekî Êntonî Blînkên çi cûreyî bona îzbatbûna aşîtîya di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda dixebite.

Ez şame wekî sêkrêtarê dewletê Êntonî Blînkên bona îzbatbûna aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda dixebite, lê ew axaftin bêfikirin, heger encamên anegor bona teribandinên mafên mêriv û agrêsîya Adirbêcanê tunene. Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî gerekê piştgirîyê bide serbixwetî û parastina Ermenîstanê”,-Paloûn nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button