Paşînyan tevî cîgira sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî pêvajoya aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gotûbêj kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr cîgira sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Ûzra Zeya qebûl kirîye. Derheqa wê yekêda ji çapemenîya hukumatê ragîhandine.
Serokwezîr seredana xanim Zeyayê silav kirîye û derheqa girîngîya pêşketina hevkarîya di nvabera Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda daye dîyarkirinê.Xeberdan derheqa piştgirîya amêrîkîda, ya nava govekên werguhastinên dêmokratîk, edaletê, şerkarîya dijî ruşetxwerinê, polîsîyayê û govekên mayînda çûye.
Bi gotina cîgira sêkrêtarê dewletê, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî girîngîyê dide hevkarîya tevî Ermenîstanê û ewê berdewambe. Ûzra Zeyayê gavên van salên dawîye nava pêşketina dêmokrasîyêda girîng hesab kirîye.
Pirsên derheqa hevkarîya nava goveka perwerdêda jî hatine gotûbêjkirinê. Paşînyanê serokwezîr derheqa 300 mektebên nû û 500 baxçên zarokada daye dîyarkirinê.
Xeberdan usa jî derheqa pêvajoya aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda çûye.Cîgira sêkrêtarê dewletê gotîye, wekî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wê piştgirîya xweye bona îzbatbûna aşîtîyê û çareserbûna ewlehkarîya herêmî berdewam bike.
Usa jî pirsên hûmanîtarî, yên girêdayî binelîyên Qerebaxêye bi destê zorê derxistî hatine gotûbêjkirinê.Nava wê hemtêkstêda piştgirîya navneteweyî girîng hatîye hesabkirinê.







