Têhranê guhdarîya mezin bide ser qewînbûna pêwandîyên tevî cînara:serokê Îranê

Serokê ji nûva hilbijartî, yê Komara Îranêye Îslamî Mesûd Pêzêşkyan nava miqala xweda daye dîyarkirinê,wekî Têhranê guhdarîya mezin bide ser qewînbûna pêwandîyên tevî cînara.
Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, banga serokê Îranê Tehran Times ê da belav bûye.
Nava miqala çapbûyîda, serokê Îranê daye dîyarkirinê,wekî Îran piştgira sazbûna herêma qewate, lê ne ku herêmeke usa, li kîderê welatek dicedîne ku himberî yên mayîn desthilatdarbe.
Ewî gotîye,wekî dewletên cînar gerekê rêsûrsên xweye qîmtlû li ser konkûrênsîya tunekirinê xerc nekin, derbazî leca sîliha nebin.Hatîye gotinê, wekî dewsa wê yekê Îranê bicedîne wan rêsûrsa bona pêşketina herêmê xercke.
Hatîye dîyarkirinê,wekî Îran hêvîdare hevkarîya tevî Tirkîyayê, Erebistana Saûdîyê, Omanê, Îraqê, Bahrêynê, Qeterê, Kûvêytê, Yektîya Mîrtîyên Ereba û organîzeyên herêmî bide kûrkirinê bona ku pirsgirêkên tomerî bêne helkirinê.Ewî gotîye,wekî desthilatdarîya Îranê wê bangî welatên erebaye cînar bike ku gavên anegor bêne avîtinê bona ku li Gazayê agirbesta hertimî îzbatbe, bona ku komkujîya li wir û dew û doz bê sekinandinê.
Serokê Îranê usa jî derheqa dew û doza Rûsîyayê û Ûkraînayêda jî daye dîyarkirinê û gotîye wekî Têhran dicêribîne bighîje aşîtîya di navbera cimetên Rûsîyayê û Ûkraînayê.







