SerekeSîyasî

CIA ji versiyona hukumeta Erdogan ua hewla derbeya sala 2016 a bawer nedikir: tora çavdêriya lêkolînê ya Nordic

Du çavkaniyên navxweyî ji CIA gumanê li ser versiyona hukumeta Tirkiyê ya derbarê hewla derbeya  sala 2016 a de kirin, ku li gorî gelek kesan, operasîyonek taybet bû bi armanca bihêzkirina desthilata serokkomar Recep Tayîb Erdogan.

Mayk Pompêo, di pirtûka xwe ya bi navê “Tu caran dev ji înçekî bernede” da, ku sala borî hat weşandin, ku di rêveberiya Tramp de rêvebirê CIA û wezîrê karên derve bû, bûyerên 15 ê tîrmeha sala 2016 a wek “derbeya gumanbar” bi nav kir: rastbûna daxuyaniya hukumeta Erdogan dixe bin pirsê.

“Tirkîya ji bo nêzîkbûneke mayînde ya bi Rojavayêra, her wiha gelê ku pêşwazî lê dike û jê sûdê werdigire, hemû zemîne hene. Lê belê piştî îdêya “derbeya” ya sala 2016 a serokkomar Erdogan îslamîst-otorîter bû. Min bêhejmar seheta bi wî, şêwirmendê wî yê ewlekariya neteweyî Îbrahîm Kalin û serokê îstixbaratê Hakan Fîdan re derbaz kir. Dema ku ez di sala 2017 a de cara ewil wek rêvebirê CIA yê çûm Tirkîyayê, vîdeoyeke dirêj ya derbeyê nîşanî min da, ku xuya bû ji hêla hukumeta Erdoganva wek malzemeyeke propagandayê hatibû amadekirin, da ku mêvanên bîyanî qanih bikin ku ew li ser bûyerên ku diqewimin rast dibêjin”,-  Pompêo pirtûka xweda nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button