H’emû nûçeSereke
Freedom House Adirbêcanê wek welatekî bi “rêjîmeke otorîter ya hevgirtî” bi nav kir

Rêxistina mafên mirovan Freedom House rapora “Welatên di veguhêz” ê de raber kir, ku tê de rewşa dêmokrasîyê ya 29 welatan ji Avropa Navîn heta Asya Navîn dinirxîne.
Di vê raporê de Ermenistan welatekî dêmokratîk û xwedî “rêjîmeke veguhêz yan jî hevbendî” hat binavkirin. Gurcistan jî xwedî heman statûyê ye. Ji Adirbaycanê re “rêjîmeke otorîtar ya hevgirtî” tê gotin.
Di raporeke din de ku asta azadîya întêrnêtê dinirxîne, Adirbêcan welatekî ne azad hatîye binavkirin. Ji Ermenîstanê û Gurcistanê re dibêjin welatên azad. Ev katêgorî sala 2022 a dihesibîne.







