Li Tavûşê di encama qezîya trafîkêda tu leşkerek neçûye nexweşxanê:wezîreta Ermenîstanêye parastinê

Di encama qezîya ku li Tavûşê di navbera avtomaşîneke barbire leşkerî û mînîbûsa rêwîyada qewimî, tu leşkerek neçûye nexweşxanê. Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, sêkrêtarê çapemenîyê yê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Aram Torosyan li ser rûpelê xweyî Facebook ê ev agahî daye.
“Li ser torên civakî derbarê qezîya kamyoneke leşkerî û mînîbûsa rêwîyan û birîndarên li Tavûşê de agahî tên belavkirin.
Wezîreta parastinê da zanîn ku di encama qezîya trafîkê da tu leşkerek neçûye nexweşxanê”.
Ewî daye zanîn ku çend mecalên mêdyayê bi wêneyên otomobîlên leşkerî yên têkçûyî û 6 birîndaran vê yekê belav dikin û hewl didin hizra birîndarbûna leşkeran çêbikin.
Wezîreta karên navxweyî ya Ermenîstanê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebook ê peyamek weşand û tê de hat destnîşankirin ku roja 15 ê tîrmehê seheta 13:35 a li nêzîkî taxa Bêrdavanê ya herêma Tavûşê otomobîlên Kamaz û Gazêlê li hev qelibîne. “8 kesan serî li navenda tenduristîyê dan. Piştî wergirtina alîkarîya ewil ew hatine derxistin”.







