H’emû nûçeSereke

Nordic Monitor: Tirkîya hêvî dike ku di derbarê berbijarê xwe yê sêkrêtarê giştî yê  Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê  de ji Ermenîstanê piştgirî werbigire

Tirkîya û Yûnanistan ji bo bidestxistina postên sereke yên girîng di Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê de biryar dane ku hevkarîyê bikin. Tirkîya dixwaze posta sêkrêtarê giştî bi dest bixe, Yûnanistan jî dixwaze namzetê xwe wek rêveberê ofîsa sazîyên dêmokratîk û mafên mirovan ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê  destnîşan bike. Tora çavdêrîya lêkolînê ya Nordic Research Monitoring Network  li ser vê yekê dinivîse.

Namzedê Tirkiyeyê yê ji bo sêkrêtarê giştî yê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê  Fêrîdûn Sînîrlîoglû ye. Di dema wezîfeya xwe ya nûnertîya daîmî ya Tirkîyayê li Neteweyên Yekbûyî de, Yûnanistanê bi binpêkirina bêçekkirina giravên li behra Êgeyê ku li gorî peymana aştîyê ya Lozanê û Parîzê tê xwestin, sûcdar kir û gilîyê Yûnanistanê li Neteweyên Yekbûyî kir.

Hevalbendê serokkomarê Tirkîyayê Fêrîdûn Sînîrlîoglû, ku paşerojeke wî ya nakokî li gel Dewleta Îslamî ya Îraqê û Sûrîyayê heye,  25 ê nîsana sala 2023 a de wek koordînatorê taybet yê Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê hat tayînkirin.

Tayînkirina Sînîrlîoglû nîgeranîyên cidî zêde kir ji ber ku tê îdîakirin ku wî beşdarî danûstandinên veşartî yên bi DAIŞ ê re û çalakîyên din yên nepenî yên ji bo sûdwergirtina aborî ji pêtrola di bin kontrola DAIŞ ê de ye.

Enqereyê amadehîya xwe ya ji bo piştgirîkirina namzedîya şêwirmenda hiqûqê û seroka daîreya hiqûqê ya wezîreta karên der ya Yûnanistanê Marîya Têlalyan  nîşan da û di berdêla piştgirîya Atînayê ya ji bo namzetîya Sînîrlîoglû re amade ye.

Hilbijartina sekreterê giştî yê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê  bi namzedîya her dewleteke beşdar ve girêdayî ye û biryara dawî bi lihevkirina her 57 welatên endam ve girêdayî ye.

Tê çaverêkirin ku namzedê Tirkîyayê ji Rûsîyayê destekê werbigire. Di wê rewşê de, pêwîstîya Tirkîyayê bi piştgiriya Amêrîkayê û Yekîtîya Avropayê jî heye. Wekî din, ji ber hevkarîya bi Yûnanistanê re, tê bawer kirin ku Qibris dê vêtoyê bikar neyîne, tevî raporên nerazîbûna yûnanên Qibrisê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button