H’emû nûçeSereke

Pabendbûna Ermenîstanê ya bênavber ji bo rêformên dêmokratîk, têkilîyên bi Yekîtîya Avropayê re xurt kirin: Kalyûrand

Erka Marîna Kalyûrandê ya serokatîya şandeya têkilîyên bi Başûrê Kafkasîyayê re li parlamêntoya Avropayê bi dawî dibe. Di vê derbarê de parlamêtvana Avropayê daxuyanîyek da:

 “Di 5 salên dawî de ji bo min şeref bû ku ez serokatîya şanda parlamêntoya Avropayê di derbarê têkilîyên bi Kafkasya Başûr re ku herêmeke pir girîng e, bikim. Ji ber ku mandata min bi dawî dibe, ez spasîya hevkarên xwe dikim ji bo hevkarîya wan ya bi fêde di vê heyamê de.

Dema ez li salên borî rawestim, ku pêşkeftinên berbiçav yên ku di têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê de hatine tomar kirin û rola parlamêntoya me di wê pêvajoyê de bi bîr tînim. Ev pêşkeftina dînamîk ya têkilîyên me bi pabendbûna Ermenîstanê ya ji bo rêformên dêmokratîk, di demên herî dijwar de jî, bi hêztir bûye û ez li paşerojê dinêrim bi hêvîya ku têkilîyên xwe yên li ser bingeha nirxên hevpar hîn xurtir bikin.

Seroketîya Adirbêcanê gelek caran biryarek bi kar anîna hêzê daye, ku encamên wê yên trajîk bi awayê zîyanên mirovî û madî û koçberkirina bi destê zorê ya tevahîya xelkê Qerebaxa Çîya bûye. Lê dîsa jî ji bo aştîyeke mayînde û asayîkirina peywendîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê derfetek heye û divê ji vê yekê sûd bê girtin.

Her weha ez nîgeran im ji ber tepeserkirina mezin ya azadîyên sîvîl li Adirbêcanê di van salên dawî de, ku astenga sereke ye li pêşîya pêşveçûyîna me. Ez bi helwesta prînsîp ya parlamêntoya Avropayê serbilind im û hêvî dikim ku serokatîya wî welatî sîyaseta xwe biguhere.

Ez jî ji ber gavên ku hukumeta Gurcistanê avîtine gelek xemgîn im. Gurcistan dema ku statûya berendamê Yekîtîya Avropayê wergirt, gihîşt qonaxeke bilind, û parlamêntoya Avropayê piştgirek hişk bû ji daxwazên Avropayê yên gelê Gurcistanê. Lê gavên ku hukumeta Gurcistanê avîtine, rasterast berovajî van xwestekan in û paşeroja Avropayê ya welêt dixe xeterê. Ez bawer im ku kî di hilbijartinên dahatû yên Gurcistanê de bi ser bikeve, wê welêt vegerîne ser rêya rêformên dêmokratîk û întegrasîyona Avropayê. Herwiha ez piştrast im ku parlamêntoya Avropayê û şanda wê ya Kafkasya Başûr dê li wê derê bin da ku di wê proseyê de ligel wî bin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button