H’emû nûçeSereke

Tetbîqata leşkerî ya ermenî-amerîkî wê rê bide berfirehkirina cûreyên tetbîqatên leşkerî: pispor

Tetbîqatên hevpar yên ermenî-amêrîkî “Eagle partner-2024” dest pê kir.

Tetbîqata hevpar ya ermenî-amêrîkî ya “Eagle partner-2024”  dest pê kir û tê de leşkerên tûgaya aşitîyê ya hêzên çekdar yên Ermenîstanê, hêzên bejayî yên Amêrîkayê yên li Avropayê û Afrîkayê û parastina neteweyî ya Kanzasê tê de beşdar in.

Wezîreta leşkerî ya Ermenîstanê, ji alîyê xwe ve, dide zanîn ku tetbîqat opêrasîyonên aramkirinê di navbera alîyên nakok de di dema erkên parastina aştîyê de, pevguhertina baştirîn pratîkên di rêvebirin û ragîhandina taktîkî de û herwiha zêdekirina amadebaşîya yekîneya ermenî pêk tê.

Derbarê tetbîqatên leşkerî yên ku dest pê kirine, tenê da zanîn ku merasîma vekirina tetbîqata leşkerî li akademîya leşkerî ya  ser navê Vazgên Sargsyan pêk hat û wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan û balyoza Amêrîkayê Krîstîna Kwîn jî amade bûn. Wana pêşwazîya leşkerên beşdar kirin.

“Ez vê hevkarîya ku ji bo zêdekirina asta hevxebata yekîneyên ku di çarçoveya opêrasyonên aştîyê de beşdarî mîsyonên aştîyê yên navneteweyî dibin, bilind dinirxînim”,- wezîr Papîkyan gotîye.

Balyoz Kwînê lê zêde kirîye: tevgera “Eagle Partner” şahîdîya hevkarîya me ya demdirêj e, ya ku li ser bingeha hevkarîya serkeftî ya bi dehan salan di mijarên ewlehîyê de ye”.

Di tetbîqata leşkerî ya hevpar ya ku di îlona sala borî de hat lidarxistin, 85 leşkerên amerîkî û 175 leşkerên ermenî cara duyemîn e li Ermenîstanê tetbîqata leşkerî ya hevpar pêk tînin.

Ew gavek pir cidî ye: pispor

“Hevkarîya bi hêzên aştîyê re li Rojava yekem derî bû ji bo bidestxistina çanda leşkerî ya rojavayî, û niha ev tetbîqatên leşkerî derfeteke nû û mezintir e ji bo bidestxistina van zanîn û nêzîkatîyan”,- “Apri Armênîya” di hevpeyvîna xwe de bi “Azatûtyûnê” re pisporê leşkerî Leonîd Nêrsîsyan gotîye.

Li gorî bawerîya wî, tetbîqata leşkerî ya hevpar ya ermenî-amêrîkî wê rê bide ku cûreyên tetbîqatên leşkerî bêtir berfireh bibin.

“Ya herî girîng ew e ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî berê li ser axa Ermenîstanê tetbîqata leşkerî pêk neanîye, beşdar nebûye, niha ev gaveke pir cidî ye û eger wek nimûne, Ermenîstan bixwaze bi tetbîqatên leşkerî yên girantir bi Nêrsîsyan tekez kir ku, wek nimûne, amêrîka tetbîqatên hêzên bejayî, li vir em gavekê nêzîkî wê bûn û dibe ku sala bê yan du salên din emê bibînin ku em ê bi rengekî din jî leşkeriya neçar li vê lîsteyê zêde bikin”.

Pisporê leşkerî li ser pirsa gelo tetbîqata leşkerî ya di çarçoveya vê erka aştîyê de dê rê bide berfirehkirina cûreyên tetbîqatên leşkerî yan na? – “Erê, ji ber ku ew pêvajoyek e, Dewletên Yekbûyî welateke mezin e, bi bûrokrasîyeke pir giran e, mîna hemî welatên mezin, û demek dirêj hewce dike ku meriv cûreyek pêwendîyê pêşve bibe, nemaze dema ku rewşek tûnd tune. Rûsî- mîna şerê Ûkraynayê, ku ji bo Dewletên Yekbûyî pir girîng e. Tevger li vir hêdîtir e, lê em dikarin cûdahiyê bibînin: du sal berê û nûha cûdahîyek mezin heye. Ne tenê tetbîqata leşkerî ye, di warê leşkerî de hevkariya bi Dewletên Yekbûyî re ye, mînakî biryarek heye ku nûnerekî artêşa Dewletên Yekbûyî di wezîreta parastinê de bixebite, ev yek jî gelekî girîng dibînim”.

Li gorî pispor, eger Ermenîstan ji Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê   derkeve dê hevkarîya leşkerî ya bi Dewletên Yeûbûyî re zûtir pêş bikeve. Lêonîd Nêrsîsyan dibêje, eger ev rewş ji bo Fransîyayê nebe pirsgirêk, wê demê nikare heman tiştî li ser Dewletên Yekbûyî bê gotin.

“Ji ber vê yekê dibe ku gelek derîyên girtî bên vekirin” ,-ewî destnîşan kir.

Pisporê leşkerî dide zanîn ku Yêrêvana fermî ev demeke dirêj e beşdarî xebatên wê pêkhateyê nebûye û mirov dikare bibêje ku Ermenistan îdî ne di nav  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv de ye.

Moskva fermî berîya niha bi tundî bersiva toleyên leşkerî yên ermenî-amêrîkî yên ku îro dest pê kiribûn, dabû.

Nûnera fermî ya wezîreta karên der ya Rûsîyayê Marîya Zaxarovayê gotîye: “Ew tetbîqat ji bilî poşmanîyê tiştekî din nakin, bi taybetî di şert û mercên ku Yêrêvan bi rastî çalakiyên xwe yên di  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv de diqerimîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button