H’emû nûçeSereke
Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî 16 mîlyon dolar bona pêşxistina goveka Ermenîstanêye polîsîyayê başqe kirine: cîgirа sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî

Cîgira sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Ûzra Zeya li avayên polîsîyayêye nû qesidîye. Derheqa wê yekêda ji baylozxana amêrîkîye li Ermenîstanê elamî News.am ê kirine.
Nava axaftina xweda Zeyayê daye dîyarkirinê,wekî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bona pêşxistina goveka polîsîyayêye li Ermenîstanê 16 mîlyon dolar veqetandine û borcdarî hildaye ser xwe ku nava pirsa werguhastinên sîtêmên extîyarîxweykirda tevî Ermenîstanê bixebite. “Em kûrkirina hevkarîya ermenîya-amêrîkîya nava hemû xeleqada berdewam dikin, ya li ser bingeha qîmetîyên dêmokratîk, pêwandîyên cimetaye qewîn”,- Ûzra Zeyayê gotîye.







