Gelê Arsaxê bi koordînatora hertimî ya Neteweyên Yekbûyî Fransûaz Jakob re civîya û daxwazên xwe raber kirin

9 ê tîrmehê komeke ji 4 kesan çalakîya ku li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî pêk dihat bi daxwaza zextê li Adirbêcanê ji bo parastina bermahîyên dîrokî, çandî, manewî û milkên taybet hate lidarxistin, bi koordînatora niştecîh yê Neteweyên Yekbûyî Fransûaz Jakobê re hevdîtin pêk anîbûn. Hevdîtin li ofîsa Neteweyên Yekbûyî pêk hat û bi formata Chatham House sehet û nîvekê dom kir, ji ber vê yekê em tenê hinek giştî raber dikin.
Beşdarên çalakîyê ev pirsan raber kirin:
Pirsgirêka Arsaxê ji asta sîyasî û yasayî daxistîye asta mirovî. Mafên şênîyên Arsaxê nayên parastin. Hukumeta Ermenîstanê berjewendîyên gelê Arsaxê temsîl nake û naparêze. Welatîyên ku ji bo demekê welatê xwe, mal, milk, goristan û mîrateyên xwe yên li Arsaxê ji dest dane, li derveyî welat in, ji mafên xwe jî bêpar in, xwerêveberî, jîyana li qada dîrokî, mafên milkîyetê.
Di bin van şert û mercan de, Netewên Yekbûyî pirsgirêka Arsaxê girtî dibîne? Eger wisa be, gelo Netewên Yekbûyî êrîşên leşkerî, jênosîd, paqijîya etnîkî wekî rêbazek pejirandî ji bo çareserkirina nakokîyan dibîne? Heger na, gelo rêxistin xwedî vîzyonek e ku pirsgirêkê çareser bike?
Neteweyên Yekbûyî çawa dikare Adirbêcanê mecbûr bike ku biryarên dadgeha Haagayê bi cîh bîne? Ya yekem, biryara 7 ê kanûna pêşin ya sala 2021 ê ya li ser sepandina tedbîrên lezgîn e ku li ser îdîaya ku Ermenîstan di çarçoveya doza Ermenîstanê dijî Adirbeycanê raber kirîye, ku di çarçoveya peymana Navneteweyî ya rakirina hemî teşeyan de tê lêkolîn kirin.
Ew Adirbêcanê, di nav tiştên din de, mecbûr dike ku hemî tedbîrên pêwîst bigire ji bo pêşîlêgirtin û cezakirina kiryarên xerabkarî û xirabkirina mîrata çandî ya ermenîyan, di nav de dêr û cîhên din yên abîdeyên, nîşangiran, goristan û berheman. Ya duyemîn jî biryara 17 ê mijdara 2023 a ne.
Dadgehê bi vê biryarê Adirbêcan mecbûr kir ku ketin û derketina kesên ku di encama bûyerên piştî 19 ê îlonê de ji Qerebaxê derketine, bê astengî û ewle bike. Dadgeha navneteweyî her wiha Adirbêcan mecbûr kir ku belgeyên ku maf û milkên niştecîhên Qerebaxê piştrast dikin biparêzin û ji holê ranekin. Em daxwaz dikin ku Neteweyên Yekbûyî zextê li Adirbêcanê bike ku heta vegerê em milkê me yê taybet û mîrata manewî-çandî biparêzin.
Bi berfirehî, bi rêya wêne û matêryalên din, mînakên wêrankirina mîrateyên dîrokî û çandî, mal û milkên ermenîyan û tevahîya niştecîhan hatin raberkirin, ku ev yek binpêkirina danezana UNESCO ê ya sala 2003 a ya li ser tunekirina bi qestî ya mîrateyên çandî ye. Benda 27 a danezana gerdûnî ya mafên mirovan: mafê vegerê yê niştecîhên Arsaxê di bin şert û mercên ku maqûl dibînin û di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de hat pêşkêşkirin. Ev şert û merc di nameyek-serîlêdana saziyên navneteweyî de, ku ji aliyê 215 rêxistinên sivîl û hêzên siyasî yên Artsaxê ve hatiye îmzekirin, hatine diyarkirin.
Pirsgirêka girtiyên ermenî yên li Bekûyê hê jî nehatine çareserkirin, hat rojevê. Li ser xeletiya biryara lidarxistina konferansa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP19) li Bekûyê hat ragihandin û hat gotin ku heger firsenda serdana nûnerên Nekîtîya Avropayê ya li Bekûyê bi dest bixin û bersiva vê pirsê bidin, dibe ku serdana nûnerên Neteweyên Yekbûyî bo Bekûyê rewa be. “Çima li Arsaxê ermenî tune?” Hemû mijarên ku hatine gotûbêjkirin ji aliyê Fransûaz Jakob ve hatine tomarkirin, ku di encamê de soz da ku wana raberî saziyên pêwendîdar yên rêxistinê bike.







