Parlamêntvanên Şêwira Avropayê dewê dikin ku Macaristanê nava Yekîtîya Avropayêda ji mafê deng miqûf bihêlin:Politico

Endamên parlamênta Avropayê dewê dikin ku Macaristanê nava Yekîtîya Avropayêda ji mafê deng miqûf bihêlin, çimkî Vîktor Orbanê serokwezîr bi seredan li Rûsîyayê û Çînistanê qesidîye. Politico ê nasîya xwe daye nama wan.
Namêda hatîye dîyarkirinê,wekî 63 parlamêntvanên Avropayê berbirî seroka komîsîya Avropayê Ûrsûla fon dêr Lêyênê, serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl û seroka parlamênta Avropayê Robêrta Mêsolayê bûne û gotine wekî serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban zîyan gîhandîye Avropayê û nava serokatîya Şêwira Avropayêda rola xwe daye xebatê.
1 ê tîrmehêda Macaristanê serokatîya Yekîtîya Avropayê hildaye ser xwe. Ji wî çaxîda Orban çûye Kîêvê, Moskvayê, Pêkînê û Waşîngtonê û bêyî destûrê elam kirîye wekî ew Yekîtîya Avropayê raber dike.
Name ji alîyê komên parlamênta Avropayêda hatîye amadekirinê.







