H’emû nûçeSereke

Tevî kêmbûnê jî, li Ermenîstanê di mehên çile-gulan de ji texmînan zêdetir mezinbûna aborî hat tomarkirin: banka hemcîhanî

Banka hemcîhanî pêşbînî kir ku di navbera çile-gulana sala 2024 a de li Ermenîstanê mezinbûna aborî 11,2 selef bû, ku ew ji texmînan zêdetir dibîne.

Li gorî “Armênprêss”ê, ev yek di kurteya asayî ya banka cîhanî de tê gotin.

Hat destnîşankirin ku gulana 2024 a da li Ermenîstanê mezinbûna aborî hema  nîvî kêm bû û li gor heman heyama par 5,2 selef bû.Meha nîsanê de ev rêje  10 selef bû.

Kêmbûna mezinbûna aborî bi giranî ji ber kêmbûna hilberîna pîşesazî û bazirganîyê bû. Di meha gulanê de mezinbûna sêktora pîşesazîyê ji  6,9 selef kêm bû, di meha nîsanê de jî bû 16,6 selef.

Kêmbûn bi giranî ji ber kêmbûna pîşesazîya hilberînê bû. Nîşaneya meha nîsanê 27 selef bû, piştî mehekê bû 11,5 selef. Sedem kêmbûna qebareya hilberîna vexwarinên alkolê  14 selef  û kêmbûna hilberîna cixareyê ye (di meha nîsanê de hilberîn  23 selef, lê gulanê de 13 selef bû).

Hêjmara bazirganîyê jî kêm bûye, meha nîsanê de  27,2 selef û  gulanê de jî ji  17,6  selef bû. Di şûna wê de, di kar û baran de (ji  2,8 selef ji bilî bazirganîyê) û avahîsazîyê ( 18,1 selef) mezinbûn hebû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button