Li bajarê Îtalyayêyî Barîyê ofîsa konsûlxana Ermenîstanê hatîye vekirinê

Baylozxana Ermenîstanêye li Îtalyayê derheqa vekirina konsûlxana hurmetlîda, ya li nehîya Pûlîayê, elam kirîye. Derheqa wê yekêda rûeplê baylozxanêyî facebook ê da hatîye gotinê.
“Vekirina ofîsa konsûlxanêye nû gaveke girînge, ya bona qewînkirina pêwandîyên dostîyê û çandîye bi sedsala, usa jî pêwandîyên êkonomîkî û dîplomatî.
Ofîsa konsûlxanê wê li bajarê Barîyêbe.
Konsûlê hurmetlî Darîo Rûpên Tîmûryan wê bibe şexsê bona kontaktên girêdayî govekên cuda-cudara.
Konsûlê hurmetlî sala 1974 a ji dayîk bûye, fakûltêta ûnîvêrsîtêya Barîyê, ya hiqûqzanîyê, ser hevda anîye û pêra jî karsazê avayîçêkirinêye.Malbeta wî piştî komkujîya Ermenîye sala 1915 a li wir qesidîye.
Baylozxana Ermenîstanêye li Îtalyayê, Tîmûryan pîroz dike û bona wî serkevtinên mezin dixweze”,- nava nivîsarêda hatîye dîyarkirinê.







