H’emû nûçeSereke
Li qulixa wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Kafkasîya Başûr, dewsa Toyvo Klaar Magdalêna Grono wê cîhê xwe bigre

Komîsîya Yekîtîya Avropayêye sîyasî û ewlehkarîyê kandîdatîya Magdalêna Gronoyê li qulixa wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Kafkasîya Başûr, îzbat kirîye.Gronoyê dewsa Toyvo Klaar cîhê xwe bigre. Derheqa wê yekêda wekîleta Çêxîyayêye li Yekîtîya Avropayê elam kirîye.
“Komîsîya sîyasî û ewlehkarîyê van axirîya begemîya xwe daye wê birîyarê, ku Magdalêna Grono li Kafkasîya Başûr bibe wekîla Yekîtîya Avropayê. Kandîdatîya wê wê ji alîyê şêwira Yekîtîya Avropayêda bê îzbatkirinê”,-wekîleta Çêxîyayê rûpelê X ê da nivîsîye.
Meha gulanê Grono çawa şêwirmenda serokê Şêwira Avropayê hatibû kifşkirinê.







