H’emû nûçeSereke

Praha û Granada wê çawa li Londonê berdewam bikin? : civata “Guherîna pergala dinyayê” dest pê dike

Di navbera 17-20 ê tîrmehê de çaremîn lûtkeya civata sîyasî ya Avropayê wê li paytexta Padişatîya Yekîtîyê bê lidarxistin û serokwezîrê Ermenîstanê û serokkomarê Adirbêcanê jî tê de beşdar dibin.

Tê payîn ku zêdetirî 50 serkirdeyên Avropayê beşdarî civînê bibin. Înîsîyatîva di destpêkê de ji hêla serokkomarê Fransîyayê Êmanûêl Makron ve di sala 2022 de hate raber kirin. Civîn ji bo rêberên avropî platformeke nîqaşek sîyasî ya negirêdayî ye. Li şûna vê, ev kombûn ji bo Ermenîstanê ne bê girîng bûn. Em behsa heman konfêransê dikin ku di pêvajoya mûzakereyên Arsax û Ermenîstanê-Adirbêcanê de li Prahayê û paşê li Granadayê bû xaleke zivirînê.

Serokên Ermenîstan û Adirbaycanê ji bo beşdarîya çaremîn civîna bilind ya civata sîyasî ya Avropayê bibin, çûne Londonê. Hê zû ye ku meriv pêşbînî bike ka dê seredana sê rojî çi encaman bi xwe re bîne, nemaze ku di derbarê rojeva xebatê de zêde nayê zanîn. Heya niha, di derbarê bûyerê de du rastîyên balkêş hene. Elîyêv piştî boykotkirina lûtkeya Granadayê ya sala borî biryar da ku îsal beşdarî xebatan bibe. Li şûna wê, vê carê serokkomarê Tirkîyayê ji ber pirsgirêkên protokolî yên ligel hukumeta Brîtanyayê, li gorî hin agahîyan, beşdarî xebatan nabe.

Civîna civata sîyasî ya avropî di mijarên girêdayî herêma me de bû xalek veguherî. Weke mînak di lûtkeya ku di sala 2022 a de li Prahayê hat lidarxistin, cara yekem lihevhatinek hat kirin ku behsa danezana Alma-Atayê ya sala 1991 ê bike, ku Rûsîyayê ji bo danûstandinên Arsaxê wek xeletîyek kujer bi nav kir. Di vê navberê de serokwezîrê Ermenîstanê danûstandinên li Prahayê û xebatên li bendê bûn weke firsendeke nû ya dîplomatîk nirxand û berîya ku here Prahayê bi sehetan li miclîsa neteweyî got.

“Ew axaftin ne axaftinên  zelal û hêsan in, lê divê ez bibêjim ku li gorî analîzên me û nirxandina min, nîqaş û xebatên dîplomatîk yên serdema dawî, ji bo pêşdabirinê cîhekî dîyar vekirîye”.

Sala 2023 a de, jixwe hêvîyên îmzekirina peymaneke pêncalî li Granadayê hebûn. Serokwezîr berîya lûtkeyê dîsa got. Lê belê ev bendewarî bi boykota Elîyêv têk çû û belgeya îmzekirî bû çargoşe. Serokê Konsêya Avropayê Şarl Mîşêl, serokkomarê Fransîyayê Êmanûêl Makron û serokwezîrê Almanyayê Olaf Şols tekezî li ser piştgirîya xwe ya bênavber ji bo serxwebûna Ermenîstanê, serwêrî, yekparçeyîya erdî û binpêkirina sînoran kirin.

Berîya lûtkeya çaremîn ya civaka sîyasî ya Avropayê, alîyê ermenî îdî behsa hêvîyên xwe nekir. Li şûna wê, partîyan sîgnalên ji Rojavayê, bi taybetî ji wezîreta der ya Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê, li ser kirina “hilbijartinên dijwar û lihevkirinên dijwar” wergirtin.

Her wiha alozîyên din yên têkildarî pêvajoya mûzakereyê jî hene, ku hê ne dîyar in. Çapemenîya ermenî hema li ser vê yekê nanivîse, lê di warê Adirbêcanê de nêzîkatîyeke nû heye, ku serokê partîya “Ermenîstana ronî”, balyozê berê yê Ermenîstanê yê bi erkên taybetî Êdmon Marûkyan eşkere dike.

 “Niha lobîyek wisa heye ku Adirbêcan hewl dide hin belgeyên prînsîpan pêş bixe, îmze bike, ku ne “peymana aşîtîyê ye”, lê ew dikarin wê “bifiroşin” cîhanê, ku me bi Ermenîstanê re tiştek îmze kir, avakirina têkilîyên dîplomatîk. Li Yêrêvanê û Bekûyê mesele vekirina balyozxaneyekê nîne, li Tibîlîsîyê behsa vekirina balyozxaneyê dikin, ji bo ku dîplomatên ku bi meseleyên Ermenîstan û Adirbêcanê mijûl bibin hebin. Ji bo ku bi hev re dest bi danûstandinê bikin. Me dît, me bi hev re têkilî danî, em ji 4 gundan derketin, ew derneketin. Em çi bi hev re bipeyivin, em dikin, ew nakin. Ermenîstan di bin dorpêçê de dimîne, girtîyên şer di zindanên Adirbêcanê de dimînin, Adirbêcan daxwaza korîdorê dike, Adirbêcan doza dorpêçan dike, Adirbêcan dê doza “Adirbêcana rojava” ê bidomîne, ev hemî dê bimînin, lê ew dixwazin îmze bikin, kaxezek, ew dixwazin di COP29 de, divê ew hîleyek bikin ku pirsgirêkên dijwar hene, ew ê nexebite, bi kêmanî em vê bikin. Ne dûr e ku Rojava jî bibêje, baş e, bi kêmanî kaxezek nîşan bidin, em bibêjin ev yek heye”.

Li gorî balyozê berê, tu pêwendîya vê pêşnîyarê bi peymana çarçoveyê re nîne. Ew dibêje ku çarçove heman peymana aşîtîyê ye. Ew hişyarî dide ku Adirbêcan ji bilî peymana aşîtîyê bi îmzekirina tu belgeyeke din xaka Ermenistanê ya 29800 kîlomêtrê çargoşe nas nake.

Bi wateyek gerdûnîtir, lûtkeya civata sîyasî ya avropî li ser nîzama nû ya cîhanê ye. Di lûtkeya yekem de, nûnerê bilind yê kar û barên der û ewlekarîyê yê Yekîtîya Avropayê Jozêp Borêl ragîhand: “Di civînê de ji bo pergala nû ya cîhanê bêyî Rûsîyayê digerin”.

Başbûna têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê jî beşeke ji hêvîyan bû. Hevdîtina nefermî ya di navbera Paşînyan-Êrdogan-Elîyêv de cara ewil di çarçoveya lûtkeya Prahayê de pêk hat. Wê demê pirtûka li ser masê bala gelekan kişandibû. Piştre derket holê ku ew pirtûka “Dawîya dîrokê û destpêka serdemeke nû” ya nivîskara albanî Lêa Îpîyê ye. Ne dîyar bû ku ev tevgerek bi zanebûn bû yan tesadûf bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button