H’emû nûçeSereke
Rûbên Rûbînyan û baylozê Îranêyî li Ermenîstanê fikir dora rojeva Ermenîstanê û Îranê, usa jî ewlehkarîya herêmî, pevguhartine

Cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî qebûl kirîye.Derheqa wê yekêda ji parlamênta Ermenîstanê ragîhandine.
Bi silavkirina bayloz, Rûbên Rûbînyan girêdayî hilbijartinên serokatîya Îranêva ew pîroz kirîye.
Bi axaftina derheqa hevdîtina van rojaye tevî serokê miclîsa Îranê Bagêr Galîbafî, cîgirê serokê parlamêntê hevkarîya tevî Îranê bilind qîmet kirîye, nava wêda usa jî formata di navbera parlamêntada. Nava vê hemtêkstêda şuxulkarîya komên parlamêntîyêye dostîyê hatîye raberkirinê. Wextê hevdîtinê, Rûbên Rûbînyan û baylozê Îranêyî li Ermenîstîanê, fikir dora rojeva Ermenîstanê û Îranê, usa jî ewlehkarîya herêmî, pevguhartine.







