H’emû nûçeSereke

Yekîtîya  Avropayê  di asta balyozên welatên endam de, pêşnîyara destpêkirina danûstandinên serbestberdana vîzayê bi Ermenistanê re pejirand

Çavkanîyên dîplomatîk yên “Azadî” ê ji Bryûsêlê radigihînin, piştî çend salan ji danûstandinan, Yekîtîya Avropayê li ser asta balyozên hemû welatên endam, di dawîyê de pêşnîyara komîsyona avropî ya ji bo destpêkirina danûstandinên li ser serbestkirina vîzayê bi Ermenistanê re pejirand.

 “Niha piştî erêkirina 27 welatên endam, dê ev mijar ji bo erêkirina fermî ji Konsêya Yekîtîya Avropayê re bê şandin û piştre dê ji komîsyona avropî re bê şandin, ku wê tam eşkere bike ka dê kengê dest bi danûstandinan bike û bi çi plana karkirinê re. Êdîtorê mijarên Avropayê yê radyoya “Azatûtyûn” ê dîyar dike, Rîkard Yozvyak jî dîyar dike ku li pêşîya wê pêvajoyeke dirêj tê pêşbînîkirin.

 “Ev tê wê wateyê ku dê raporên salane yên li ser gavên hatine avîtin bên raber kirin, ku dê çend salan berdewam bike. Di rewşa hin welatan de, wek nimûne, Moldovayê 3 a heta 4 sal, ji Gurcistanê  5, ji Ûkraynayê 9 sal girt. Zêdetirî 10 sal in bi Tirkîyayê re danûstandin tên kirin, ji ber wê jî her welatek bi awayekî cuda di wê rêyê re derbaz dibe. Ev destpêka pêvajoyê ye, ku ji bo temamkirina wê wext digire”,-êdîtorê mijarên avropî yê radyoya “Azadî” ê dibêje.

Di biryara ku îro hat qebûlkirin de tê gotin ku dema Ermenîstan hemû pîvanên pêwîst bi cih bîne dê şerta vîzeyê betal bibe. Wek qaîde, Bryûsêl çar daxwazên sereke derdixe pêş, ji rêveberîya sînor bigire heta têkoşîna li dijî sûcên organîze û gendelîyê.

“Ev lîsteyek dirêj ya daxwazan e ku ji sedan rûpelan pêk tê, ku divê Ermenîstan bi cîh bîne, û ew ê bi salan bigire”,- pispor dibêje.

Nêzîkî nîv sal ji Bryûsêlê re lazim e ku ev plana tevdîrên pêwîst bê berhevkirin û raber kirin, lê ji ber ku komîsyona nû ya avropî piştî hilbijartinên parlamêna avropî ku di meha hezîranê de hatin kirin hêj nehatîye damezrandin, tê pêşbînî kirin ku di mijara Ermenîstanê de ev lîste, daxwazan wê di dawîya vê salê de yan jî di destpêka sala bê de bêne raber kirin. Lê piştî ku wan bi temamî bi cîh bîne, Ermenîstan neçar e ku astengîyek din ya girîng derbaz bike.

 “Di vê mijarê de mafê du sazîyan heye ku biryara dawî bidin, yek jî Konsêya Avropayê ye ku piştgirîya Ermenîstanê tê de heye û ya duyemîn jî welatên endam in. Divê her 27 bi hev re razîbûna xwe bidin, ku her dem ne hêsan e, ji ber ku niha li Avropayê tevgerek li dijî koçberîya neqanûnî dest pê kirîye”.

Li gorî wî, piştî ku 2 sal berê serbestberdana vîzayê ji Gurcistanê re hat dayîn, xelk li Avropayê gazinan dikin ku komên sûcdar sûdê jê werdigirin, yan jî welatîyên Gurcistanê bi vî rengî tên û piştre hewl didin ku statûya penaberîyê bistînin. Ji ber vê yekê, hejmareke welata, bi taybetî, Swêdê, Holandîyayê û Avstrîyayê, bi hûrgilî, pir baldar in ku welatên din ji vîzayê derxînin.

Heya niha 60 welat ji îmkana ku bêyî vîzayê têkevin Yekîtîya Avropayê kêfxweş in, tenê pêdivîyek heye: welatîyên wî welatî dikarin di nava 180 rojan de herî zêde 90 rojan li herêma Şêngênê derbaz bikin. Lê heger binpêkirina berdewam ya daxwazê ​​de, û herwiha berdewamnekirina rêformên din, Bryûsêl dikare rêjîma bêvîze betal bike.

“Ez dibêjim, hûn dikarin wê îmtîyazê piştî xebateke dirêj bistînin, hûn jî dikarin wêya winda bikin, û ew dikare pir zû be. Mînakî, mijara bêparkirina Gurcistanê ji wê derfetê niha tê nîqaş kirin”,- Yozvyak destnîşan kir.

“Welatên endamên Yekîtîya Avropayê pêşnûmeya 10 mîlyon yûroyê ji fonda aşîtîyê veqetandin qebûl kirin”.

Her wiha, di rûniştina îro de, welatên endamên Yekîtîya Avropayê jî pêşnîyara terxankirina 10 mîlyon yûro ji fonda aşîtîyê ya Yekîtîya Avropayê ji bo Ermenîstanê pejirand. Bi wan pereyan tê plankirin ku bi qasî yek tabûrekê ji bo artêşa Ermenîstanê kampeke modûlyar ya meydanî bê çêkirin.

Biryarên destpêkirina dîyalogê li ser serbestkirina vîzeyan û alîkarîya Ermenîstanê ji fonda aşîtîyê li hember danûstandinên di navbera Yêrêvanê û Bryûsêlê de ku vê dawîyê nêzîk bûne hatin girtin.

“Ev biryar nîşan didin ku Ermenîstan hinekî din ber bi Bryûsêlê ve diçe, lê nîqaşên li ser endametîya Yekîtîya Avropayê hîn zû ne. Ka em li welatên li kêleka we binêrin. Gurcistanê rêjîmeke bêvîza, Peymana Hevkarî, statûya berendamê endamtîyê wergirtîye, lê ligel van hemûyan, ew ji çend sal berê ne nêzîktir in ku bibin endamê Yekîtîya Avropayê. Ew gavên piçûk davêjin, hûn ê hewceyê gavên mezin bin”,- Yozvyak gotîye.

Di cotmeha borî de serokwezîr Paşînyan di Konsêya Ewropayê de ragihandibû ku Ermenistan amade ye bi qasî ku Yekîtîya Avropayê mimkûn dibîne nêzîkî Yekîtîya Avropayê bibe.

Bi mehan piştî vê daxuyanîyê, di destpêka vê mehê de, li Yêrêvanê, Paşînyan got ku ew nizane gelo Yekîtîya Avropayê amade ye ku Ermenîstanê wek endameke tam ya sazîyê qebûl bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button