Bi dîtina leşkerên ermenîyên amêrîkî yên ji welatê min Kalîfornîyayê gelek xweş bû: Krîstîna Kwîn

Di tetbîqata leşkerî ya “Eagle partner” de dîtina leşkerên ermenîyên amerîkî yên ji welatê min Kalîfornîya ku wek wergêr in, xweş bû. Ev nivîsara balyoza Amêrîkayêye li Ermenîstanê Krîstîna Kwînê li ser rûpela facebookê ya balyozxaneyê hatîye weşandin. Ji bo xizmeta wan spasîya leşkeran kirîye.
Di çarçoveya amadekarîyên beşdarbûna mîsîyonên aşîtîyê yên navneteweyî de, tetbîqata leşkerî ya hevpar ya ermenîyên amêrîkî ya bi navê “Eagle partner-2024” di navbera 15-24 ê tîrmehê de li Ermenîstanê tê lidarxistin.
Eskerên tûgaya aşîtîyê ya hêzên çekdar yên Ermenîstanê, hêzên bejayî yên Amêrîkayê yên li Avropayê û Afrîkayê û parastina neteweyî ya Kanzasê beşdarî tetbîqatê dibin.
Tetbîqat opêrasîyonên aramkirinê di navbera alîyên nakok de di dema erkên parastina aşîtîyê de pêk tîne.
Armanca tetbîqatê ew e ku di çarçoveya opêrêsyonên aşîtîyê de asta hevxebata yekîneyên ku beşdarî mîsîyonên aştîparêz yên navneteweyî dibin, pevguhertina baştirîn pratîkên rêveberî û ragîhandina taktîkî û her wiha zêdekirina amadebaşîya yekîneya Ermenîstanê ye.
Di çarçoveya amadekarîyên mîsîyonên aşîtîyê de, yekîneyên ku ji bo opêrasîyonên aşîtîyê yên navneteweyî amade dikin, bi rêkûpêk beşdarî tetbîqat û tetbîqatên leşkerî yên hevpar yên li welatên hevkar dibin.







