H’emû nûçeSereke

Endamtîya Ermenîstanê di  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  de ji bo hevkarîya berevanîyê ya bi Dewletên Yekbûyî re ne asteng e: Zeya: “Hêtk”

 “Hêtk” ê bi  cîgira wezîrê Amêrîkayêye karên der Ûzra Zeyayêra bo asayîşa sîvîl, dêmokrasî û mafên mirovan re li ser hevkarîya ermenîya-amêrîkîya, danûstandinên ermenîya-azêrîya bi navbeynkariya Amêrîkayê, mafê vegera niştecîhên Arsaxê, parastina mîrata ermenîya ya Arsaxê, axivî û rêformên demokratîk li Ermenîstanê axivî.

15 ê tîrmehê, tetbîqata duyemîn ya leşkerî ya ermenîya-amêrîkîya dest pê kir. Ev tê wê wateyê ku hevkarîya leşkerî di navbera her du welatan de kûrtir dibe? Gelo mimkûn e ku Amêrîka jî wek Fransîyayê piştgirîya pêşxistina şîyanên berevanîyê yên Ermenistanê û çaksazîya hêzên wê yên çekdar bike?

Di derbarê tetbîqata leşkerî ya “Eagle partner” de jî ez dixwazim tekez bikim ku ew tetbîqateke leşkerî ye ku ji berê ve hatîye plankirin û bi armanca lidarxistina rahênanên rêkûpêk, zêdekirina amadebaşî û pêkvejîyanê û opêrasîyonên aşîtîyê. Ev hewldan ji alîyê Amêrîkayê ve bi rêya wezîreta me ya parastinê tê birêvebirin. Wek nûnerê wezîreta der, ez dixwazim raberkirina hûrgilîyan ji hevkarên xwe yên wezîreta parastinê re bihêlim.

Lê belê ez dixwazim dîyar bikim ku em di warê parastin û ewlekariya sîvîl de hevkarîyeke erênî ya demdirêj kûrtir dibînin. Ez dixwazim behsa hevkarîya Ermenîstanê  ya eyaleta Kanzasê ya di çarçoveya bernameya “Hevkarîya Dewletê” ya wezîreta parastinê de bikim. Ji bo wezîreta dewletê, di bin serokatîya min de byûroya têkoşîna dijî narkotîkê û hevkarîya înfazê ye, ku hevkarê sereke yê hökömet û gelê Ermenîstanê ye di warê pêşvebirin û xurtkirina kapasîteya polîsan de û di mijarên rêzgirtina ji bo mafên mirovan, mîsogerkirina serwerîya qanûnê, têkoşîna li dijî gendelîyê û zêdekirina şefafîyê. Yek ji gelek encamên erênî yên vê hevkariyê, avakirina serwîsa dewrîyeyê li Ermenîstanê ye. Bi xatirê te, min firsend dît ku ez bi wezîrê karên hundir re li avahîyên nû yên navenda sêrvîsa dewrîyeyê, navenda kontrolê ya opêrasîyonê û alaya Yêrêvanê ya sêrvîsa dewrîyeyê, ku temsîla veberhênanên hukumeta Ermenîstanê û hukumeta amêrîkî di warê dabînkirina xizmetgûzarîyên polîsî yên li ser mirovahî û rêzgirtina mafan de, ku di encamê de polîs zêdetir be, dê bawerîya gel zêdetir û peywendîyên nêzîktir di navbera efserên cîbicîkirina yasayê û civakên ku jê re xizmet dikin hebin. Ez wisa difikirim ku ev jî nîşan dide ku rêforma dêmokratîk, zêdekirina rêzgirtina ji mafên mirovan re dikare bibe sedema jîngehek ewletir û ewletir ji bo her kesî.

Gelo endamtîya Ermenîstanê ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv   li ber kûrkirina hevkariya leşkerî ya ermenîya-amêrîkîya asteng e? Ma bidawîbûna endametîyê dikare wê hevkarîyê pêşve bibe?

Mijara endamtîya Ermenîstanê di  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv   de tenê ji alîyê hukumeta Ermenîstanê ve tê biryarkirin. Em rêzê li wê biryarê digirin. Divê ez bibêjim ku hevkarîya me ya di warê parastin û ewlehîya sîvîl de her ku diçe kûrtir dibe û Ermenîstan endameke  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv dimîne. Çavdêrîya min ya sêyemîn û dawî tu argûman nîne ku hebûna leşkerî ya Rûsîyayê bibe alîkar ji bo mîsogerkirina aşîtî û aramîya herêmî li Kafkasîya Başûr.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button