H’emû nûçeSereke

Hakob Arşakyan mijara vegera  girtiyên li Adirbêcanê û yên din raberî Martîn Çûngong kirîye

Li Nyû Yorkê, li baregeha Neteweyên Yekbûyî, di çarçoveya forûma bilind ya sîyasî ya ku ji bo pêşkeftina berdewam tê lidarxistin, alîkarê serokê giştî yê Ermenîstanê Hakob Arşakyan  rastî sêkrêtarê giştî yê yekîtîya parlamêntoyan Martîn  Çûngong hatîye. Ev ji hêla miclîsa neteweyî hatîye.

Cîgirê serokê miclîsa niştimanî pêşhatên navçeyî, kêşeyên heyî raber kirin û amaje bi mijarên vegerandina girtîyan û yên din li Adirbêcanê kir.

“Komara Ermenîstanê di wê bawerîyê de ye ku dewleteke dêmokratîk ya bi hêz, ku bingeha wê mafên mirovan û serwêrîya hiqûqê ye, ji bo mîsogerkirina berxwedana dewlet û civakê li hember gelek dijwarî û qeyranan şerteke bingehîn e”,-Arşakyan daye kifşê.

Alîkarê serokê miclîsa neteweyî di vê mijarê de xebatên hevparên navneteweyî yên ji bo pêşvebirina dîyaloga di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de bilind nirxand.

Herî dawî dîtinên xwe yên baş ji seredana xwe ya vê dawîyê ya Ermenîstanê parve kir û amaje bi konfêransa 10 emîn ya parlamêntarên ciwan yên yekîtîya parlamênteran jî kir ku di meha îlonê de li Ermenîstanê tê lidarxistin.

“Miclîsa Ermenîstanê ya herî ciwan ya cîhanê ye û ez kêfxweş im ku konferansa 10 emîn parlamêntarên ciwan yên yekîtîya parlamanan li Ermenîstanê tê lidarxistin”,-ewî gotîye.

Sêkrêtarê giştî yê yekîtîya parlamêntoyan piştgirî da pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de û destnîşan kir ku ji bo pêşdebirina pêvajoyê dê ji alîyê yekîtîya parlamêntoyan ve xebat bên kirin.

Di dawîya civînê de Martîn Çûngong dîyar kir ku hevkarîya di navbera miclîsa neteweyî ya Ermenîstanê û yekîtîya parlamanan de dilgerm e, parlamêntarên Ermenîstanê bi awayekî aktîv beşdarî xebatên organên cuda yên yekîtîyê dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button