H’emû nûçeSereke
Li wezîreta Ermenîstanêye parastinê wê wekîlê artêşa amêrîkî bixebite: hevpeyvîna cîgirê sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî

Li wezîreta Ermenîstanêye parastinê wê wekîlê artêşa amêrîkî bixebite.Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda cîgira sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Ûzra Zeyayê wextê hevpevyînê gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo ew înformasîyon raste, yan na, wekî wekîlê artêşa amêrîkî wê li wezîreta Ermenîstanêye parastinê bixebite, cîgira sêkrêtarê dewletê gotîye:
“Ez wê înformasîyonê îzbat dikim.Ew gaveke silavkirinêye û hûn dikarin derheqa wê yekêda bi hûrgilî ji bayloza welatê me pê bihesin.Em kûrbûna hevkarîya ewlehkarîyê û ya parastinê, ya di navbera Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda silav dikin. Ew yek jî îzbat dibe, wekî nava pêwandîyên ermenîya-amêrîkîda êtapa hevkarîyêye dîrokî destpê dibe”.







