H’emû nûçeSereke

Mîrzoyan û Lammî derheqa mecalên kûrbûna pêwandîyên Ermenîstanê û Brîtanîya Mezin xeberdane

Li Londonê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî sêkrêtarê pirsên der Dêyvîd Lammî hatîye.

Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine û hatîye dîyarkirinê,wekî pirsên rojeva dualî hatine gotûbêjkirinê.Xeberdan usa jî derheqa dîyaloga sîyasîye di navbera herdu welatada û kûrbûna pêwandîyên dualîda çûye.

Li gorî kanîya înformasîyon, Ararat Mîrzoyan û Dêyvîd Lammî fikir dora pirsên herêmîda jî pevguhartine.

Hatîye dîyarkirinê,wekî wezîrê Emenîstanêyî karên der bûyarên van axirîyaye girêdayî normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêva raber kirîye û derheqa mecal û girîngîya îmzekirina peymana aşîtîyêda daye dîyarkirinê. Mîrzoyanê wezîr bona hewaskarîya Brîtanyayêye nava pêvajoya aşîtîyêda û piştgirîya wê razalixî elam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button