
Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) lîsteya namzedên xwe yên ji bo hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê raberî komîsyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan kir.
PDK ê 18 ê tîrmehê lîsta namzedên xwe yên ji bo gera şeşem ya hilbijartinên aarlamêntoya Kurdistanê raberî her sê şaxên komîsîyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan ya Îraqê li Hewlêrê, Dihokê û Silêmanêyê kir.
Li gor yasayên komîsyonê, her lîsteyek ku beşdarî hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê dibe, li her parêzgehekê dikare du qatan ji kursîyên xwe zêdetir raber bike, ji bo vê hilbijartinê jî, 190 namzedên PDK ê hene.
Dabeşkirina namzedên PDK ê ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê:
1. Hewlêr 64 namzed
2. Dihok 48 namzed
3. Silêmanî 72 namzed
4. Helebçe 6 namzed
Roja 20-05-2024 a , desteya dadwerî ya hilbijartinan ya komîsîyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan ya Îraqê ji 100 kursîyan, 5 kursîyên parlamentoya Kurdistanê ji bo pêkhateyên wek kuta terxan kirin û hejmara kursîyên giştî kêm kir.
Dabeşkirina hejmara kursîyên parlamêntoya Kurdistanê li ser parêzgehan:
1. Hewlêr 32 kursî
2. Silêmanî 36 kursî
3. Duhok 24 kursî
4. Helebçe 3 kursî
(Bi tevahî 95 kursî)
Dabeşkirina hejmara kurs yên kutayê li ser parêzgehan:
1. Hewlêr 2 kursî
2. Silêmanî 2 kursî
3. Duhok 1 kursî
4. Helebçe nîne
(Bi tevahî 5 kursî)
Hilbijartinên gera şeşem ya parlamêntoya Kurdistanê dê 20-10-2024 a bi serperiştîya komîsîyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan ya Îraqê bê lidarxistin.







