Balyozê Îranêyî li Ermenîstanê ragîhand ku demeke nêzîk de hinartina gaza Îranê bo Ermenistanê wê du qat zêde bibe

Peywendîyên Îranê û Ermenistanê ji ber cihê erdnîgarî û stratejîk yên van her du welatan xwedî girîngiyeke taybet in. Ermenistan wek yek ji cîrnarên Îranê sînorên ewle û bi îstîqrar heye, ku roleke girîng di bihêzkirina ewlehiya navçê de dilîze. Ajansa SNN a Îranî li ser vê yekê dinivîse.
Hat destnîşankirin ku hevkariya aborî, enerjî û perwerdeyê ya di navbera her du welatan de dê bibe sedema xurtkirina têkiliyên dualî û geşepêdana aborî. Binesaziya hevbeş û projeyên enerjiyê, wek çêkirina rê û berfirehkirina danûstandinên gaz û elektrîkê, alîkariya baştirkirina binesaziya herêmê û hewcedariyên hev dikin.
Peywendiyên Îranê û Ermenistanê wek du welatên cînar hertim xwedî girîngiyeke stratejîk bûne. Ev têkilî bi îmzekirina peymana herî mezin ya di navbera her du welatan de gihîşt lûtkeyê. Mehdî Sobhanî, balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Ermenistanê li hevpeyvîna taybet bi ajansê re li ser vê peymanê û serkeftinên din yên hevkariyên du welatan axivî.
“Nêzîkî salekê ye ez li Yêrêvanê me û di vê demê de me karibûye peywendiyên Îranê û Ermenistanê de pêşketinên berçav bi dest bixin. Ermenistan yek ji cîrnarên me ye û 46 km sînorê me bi me re heye ku yek ji sînorên herî ewle ye. Têkiliyên me yên dîrokî bi ermeniyan re gelek erênî û zelal in û ji dema serxwebûna Ermenîstanê ve, pêvajoya hevkariyê her tim geş dibe, balyoz gotîye, û da zanîn ku di sala borî de me karibû mezintirîn peymana bi hukumeta Ermenistanê re îmze bikin piştî serxwebûna Ermenîstanê.







