Dê hêmanên nû yên hevkarîyê hebin ku dê tevkarîyê li ewlehîya Ermenistanê bikin: balyozê Yekîtîya Avropayê

Ermenistan û Yekîtîya Avropayê li ser rojeveke nû ya hevkarîyê danûstandinan dikin, wê hêmanên nû û girîng hebin ku wê alîkarîya ewlekarî û hevkarîya aborî ya Ermenîstanê bi Yekîtîya Avropayayê re bikin, wê bibin sedema berxwedêrîya welêt. Balyozê Yekîtîya Avropayê yê li Ermenîstanê Vasîlîs Maragos di axaftina xwe ya li kongreya navneteweyî ya Ermenîstanê de ku li Matênadaran dest pê kir, gotîye.
“Herwiha ez dixwazim tekezî li ser wê yekê bikim ku Yekîtîya Avropayê di piştevanîya aştî û çareserîya li vê herêmê de ye. Û bi taybetî jî ez dixwazim tekez bikim ku em çiqasî serwêrîya Ermenîstanê û yekparebûna axa Ermenîstanê diparêzin. Me li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê şandeyeke çavdêrîyê bi cîh kiriye, ku bi taybetî jî ji bo dabînkirina ewlehîya mirovî li navçeyên sînorî alîkar e. Di vê çarçovê de ez jî dixwazim we ragihînim ku Yekîtîya Avropayê di refên herî pêş de ji bo piştgirîkirina penaberên ji Qerebaxa Çîya bûye.
Me ji payîza par ve piştgiriya xwe zêde kir. Di destpêka vê pêvajoyê de, me zêdetirî 20 mîlyon yûro piştgirî û alîkarîya mirovî raber kir. Niha jî em piştgirîya avakirina xanîyan, îstîxdamê dikin û çend biryaran distînin ku em ê alîkarîya byûcêya xwe ji hukumeta Ermenîstanê re ji bo întêgrasîyona penaberan bigihînin 40 mîlyonî.” Yekîtîya Avropayê ragîhand ku Ermenîstanê ji bo berxwedan û mezinbûnê 270 mîlyon yûro alîkarî daye”,- balyozê Yekîtîya Avropayê gotîye, 5 ê nîsana sala 2024 a Yekîtîya Avropayê ji bo berxwedan û mezinbûna Ermenîstanê 270 mîlyon yûro alîkarî ragîhand.
Vasîlîs Maragos usa jî li ser bernameyên ku Yekîtîya Avropayê li herêma Syûnîkê pêk tîne û projeyên veberhênanê yên li wir tên meşandin jî axivî.







