Dîyaloga bona azakirina vîzayê û dayîna mecalên ji fonda Avropîye aşîtîyê, yên bona Ermenîstanê, rojeva civîna şêwira wezîrên karên derdane

Wextê civîna şêwira wezîrên Yekîtîya Avropayêye karên der, nava cêrga pirsên rojevêda usa jî wê pirsên bona dayîna mecalên ji fonda Avropîye aşîtîyê û usa jî yên bona dîyaloga azakirina vîzayên tevî Ermenîstanê hebin.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, alîkarîya ku ji fonda Avropîye aşîtîyê bê dayînê, wê bi armanca qewînkirina ewlehkarîyêbe.Yekîtîya Avropayê parastina şexsên sîvîl, girîng hesab dike û vê alîkarîyê bi taybetî bona wê yekê dide. Ev alîkarî wê bona kirîna sîliha nîbe û wê bona derbazkirina telîmên tevayî neyê xerckirinê, çimkî hêzên Yekîtîya Avropayê tunene.
Wextê civîna wezîrên karên der, yên welatên endamên Yekîtîya Avropayê, usa jî wê dîyaloga dora azakirina vîzayên tevî Ermenîstanê bê îzbatkirinê.Piştî destpêka dîyalogê bernama azakirina vîza wê raberî desthilatdarîya Ermenîstanê bikin.







