H’emû nûçeSereke

Karmendên serokwezîrê Ermenîstanê pêşniyara avakirina mexanîzmayek lêkolînê ya hevbeş ji bo binpêkirinên rejîma agirbestê dubare dikin

Karmendên serokwezîrê Komara Ermenîstanê pêşniyara xwe ji bo avakirina mexanîzmayeke hevbeş di navbera Ermenistanê û Adirbêcanê de ji bo lêkolînkirina bûyerên binpêkirina agirbestê  agahdariya li ser wan dubare dike.

 “Di rojên dawî de çavkaniyên fermî yên Adirbêcanê dîsa dest bi weşanên li ser binpêkirina rejima agirbestê ji aliyê hêzên çekdar yên Ermenîstanê ve li ser sînorê dewleta Ermenîstanê û Adirbêcanê kirin.

Wezîreta parastinê ya Ermenîstanê ev agahî înkar kirin.Xencî we yeke, çavkaniyên Adirbêcanê berdewam dikin ku weşanên bi vî rengî, bi zaravayên jeopolîtîk li wan belav dikin.

Karmendên serokwezîrê Komara Ermenîstanê pêşniyara xwe ji bo avakirina mexanîzmayeke hevbeş ya Ermenîstanê û Adirbêcanê ji bo lêkolînkirina dozên binpêkirina agirbestê yan agahdariya li ser wan dubare dike.

Em pabendbûna hukumeta Ermenîstanê ya ji bo rojeva aştiyê, di çarçoveya lihevkirinên giştî yên beriya niha de hatine kirin, dubare dikin”,-peîyameda hatîye gotin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button