Konsêya Yekîtîya Avropayê dîrokê de cara yekem piştgiriya leşkerî ya ji bo Ermenîstanê pejirand

Îro encûmena Yekîtîya Avropayê biryar da ku 10 mîlyon yûro alîkarîya hêzên çekdar yên Ermenistanê bike, sêrvîsa çapemenîyê ya encûmena Yekîtîya Avropayê ragîhandîye.
Di çarçoveya fonda aştîtîyê ya Avropayê de wê piştgirî bê dayîn. Ji bo Ermenîstanê ev biryara yekem e.
Armanc ew e ku potênsîyala lojîstîkî ya hêzên çekdar yên Ermenîstanê xurt bike û di rewşên krîzeyê de ji bo baştirkirina parastina gelê sîvîl bibe alîkar.
Alîkarî her weha armanc dike ku nermbûna Ermenîstanê zêde bike û karbidestîya hêzên wê yên çekdar bileztir bike di bûyera beşdarbûna welat di pêşerojê de di mîsyonên leşkerî û opêrasyonên navneteweyî de, di nav de ji hêla Yekîtîya Avropayê ve. Pîvana ku hat girtin wê ji bo yekîneyek bi qasî tabûrê kampeke konê bi tevahî bê bicîh kirin.
“Ewlekarî her ku diçe dibe hêmanek girîng ya têkilîyên me yên dualî yên bi Ermenîstanê re. Ev çalakîya weqfa aşîtîyê ya Avropayê dê zêdetir tevkarîyê li aramîya welat bike. Berjewendîya me ya hevbeş heye ji bo berfirehkirina dîyaloga xwe ya li ser sîyaseta derve û ewlehîyê û herwiha beşdarbûna Ermenîstanê ya pêşerojê di mîsyonên û opêrasîyonên bi pêşengîya Yekîtîya Avropî de”,- nûnerê bilind yê kar û barên der û sîyaseta ewlekarîyê Jozêp Borêl gotîye.
“Piştgiriya ku îro hat lihevkirin dê di çarçoveya hevkarîya Yekîtîya Avropayê ya bi Ermenîstanê re bê dayîn, ku li ser bingeha nirxên hevpar e û armanc dike ku li Ermenîstanê û Kafkasya Başûr aşîtî, aramî û bextewarîyê pêş bixe. Yekîtîya Avropayê pabend e ku hevkarîya xwe ya sîyasî û aborî ya berfereh bi Ermenîstanê re, li ser bingeha Peymana Hevkariya berfireh û berfirehkirî ya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê, xurt bike û pêwendîya me di hemû alîyên xwe de zêdetir xurt bike. Di nav vê yekê de aktîvkirina dîyalog û hevkarîyê di warê sîyaseta der û ewlehîyê de, di nav de sîyaseta hevbeş ya ewlehî û berevanîyê”,-nava elametîyêda hatîye kifşê.







