Swîsra mîlyonek dolaran wek alîkarî ji bo piştevanîkirina aware û penaberên Îraqê pêşkêş dike, komîsyara bilind ya neteweyên yekgirtî ya kar û barên penaberan jî spasîya hukumeta Swîsrayê dike.
Komîsyara bilind ya neteweyên yekgirtî ya kar û barên penaberan parve kirîye: “Hukumeta Swîsrayê mîlyonek dolar ji bo piştevanîkirina aware û penaberên Îraqê li navxwe pêşkêş kirine”.
Komîsyara navbirî di ragehandinekê de amaje daye ku, pêşkêşkirinan ji bo wan cîhan terxan dike yên herî zêde pêdivîtî pê heye, xwezima pêşkêşkirinên Swîsrayê ku dibin sedema bihêzkirina wan sîstêmên niştîmanî yên ku piştevanîya penaberên Îraqê dikin.
Eşkere jî kirîye ku, komîsyara bilind ya neteweyên yekgirtî ya kar û barên penaberan ji sala 2019 ê ve bi hevparî bi hukumeta Îraqê re alîkarîya zêdetirî 200 îraqîyan kiriye, ji bo bidestxistina belgenameyên girîng ku bikarin bigehin piranîya mafên xwe.
Wê rêkxistinê eşkere jî kirîye, Îraq mêvandarîya nêzîkî 300 hezar penaberan dike ku piraniya wan li bajar û gundan mil bi milê pêkhateyên Îraqê dijîn. Nêzîkî 32 selef ya awareyan li neh kempên penaberan li Herêma Kurdistanê xwecîh in. Zêdebarî wê yekê jî, nêzîkî mîlyon îraqîyan li Herêma Kurdistanê aware ne û nêzîkî 150 hezar kesan li kempên wê dijîn.
Herwesa dibêje: “Em li ser karkirina bi desthilatdaran re ji bo peydakirina çareserîyên şkomendane û berdewam ji bo awareyên navxwe pabend in, ji wan jî vegerîyana silametîyê ji bo deverên wan”.