H’emû nûçeSereke

Bi şert û mercên nû vexwendin ji Bekûyê: konfêransa avhewayê rojeva aştîyê tevlîhev dike

Konfêransa navneteweyî ya COP 29 a li ser pirsgirêkên avhewayê ku di meha mijdarê li Bekûyê bê lidarxistin, soz dide ku wê têkilîyên ermenîya-azêrîyada de bibe qonaxeke girîng. Beşek ji vekoleran di wê baweriyê de ne ku rêkeftina di navbera Ermenistanê û Adirbêcanê de di çarçoveya wê forumê de, heta îmzekirina her belgeyekê jî muhtemel e.

Analîz jî hene ku li gorî wê yekê, eger lihevhatin çênebin, dibe ku Adirbêcan piştî konferansa navneteweyî serî li provokasîyonên nû bide. Wezîreta karên der ya Ermenîstanê jî bi daxuyaniyeke fermî ev îhtîmal red nekir.

Di vê navberê de, Adirbêcanê ji bo beşdarbûna forûmê ji Ermenîstanê re berê vexwendnameya fermî şandibû.

Ji Bekûyê vexwendname ne serokwezîrê Ermenistanê, lê wezîrê derve bû. Şandina fermî ya vexwendinê Muxtar Babaev e, serokê konferansa COP29 ê. Ev rastî bi tena serê xwe bes e ji bo têgihîştina ku di meha mijdarê de li Bekûyê di navbera Ermenistanê û Adirbêcanê de “Peymana aşitiyê” nayê plankirin.

Heta van demên dawî hem çapemeniya Ermenîstanê û hem jî ya Adirbêcanê li ser îhtimaleke wiha dinivîsandin. Herî dawî meha borî di medyaya Adirbêcanê de nûçe hatibûn belavkirin ku wê Nîkol Paşînyan  here Bekûyê, li ser wê yekê jî berdevka serokwezîrê Ermenistanê ragihandibû ku serdaneke wiha di rojeva karê Paşînyan de nîne.

Çavkaniya îmkanên siyasî yên COP29 belkî daxuyaniya Elçîn Amirbekov, nûnerê taybet yê serokkomarê Adirbêcanê bû ku di gulana borî de gotibû, ku konferansa COP29 derfeteke baş e ji bo îmzekirina peymana aştiyê. Lê piştî çend mehan, Bekûya fermî ne li ser îmzekirina peymana aştiyê, lê li ser lihevkirineke li ser prînsîpên bingehîn dest pê kir.

Li gorî zanyarê siyasî Robert Xêvondyan, siyaseta bendewariyê ya partiyan xwedî armanceke zelal e:

“Ji ber ku li seranserê cîhanê rewşeke bendewariyê heye, di serî de bi pêvajoyên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve girêdayî ye. Di vê rewşê de, pêvajoyên ku li cîhanê diqewimin dibe ku hin guhertinan pêk bînin, wekî ku gelek kes behsa wê dikin, dê pêşîn bêne guhertin. Heger bi rastî meylên weha hebin, wê gavê ne pir realîst e ku meriv li çareyên dawîn bigere.

Di her rewşê de, alîkarê Îlham Eliyêv, Hikmêt Haciyêv, lez kir ku vexwendnameya ku ji Ermenîstanê re hatiye şandin, wek nîşaneya “nêzîkatiya Adirbêcanê ya baş û berfireh” nîşan da, ji ber ku di navbera aliyan de têkiliyên dîplomatîk tune. Haciyêv di axavtina xwe de armancên niha yên Adirbêcanê jî eşkere kir: ne “Peymana aşitiyê”, lê piştrastkirina prînsîpên bingehîn yên peymana aşitiyê. Alîkarê serokkomarê Adirbêcanê gotîye: “Ahengkirina van prînsîpan dikare têkiliyên cînartiyê di navbera her du welatan de pêk bîne”.

Bi rastî, ev yek dikare wek berteka fermî ya Bekûyê ya ji bo pêşniyara Yêrêvanê ya temamkirina metna peymana aştiyê û îmzekirina wê di meha pêş de bê hesibandin.

Serokkomarê Adirbêcanê piştî vegera ji Brîtanîya Mezin, ku hevdîtina Paşînyan-Eliyev lê bi ser neket, di foruma medyaya cîhanî de daxwazên nû pêşkêşî Ermenîstanê kir û li bendê bû ku pêşniyarên taybetî ji hukumeta Ermenistanê werbigire.Eliyêv careke din şertên Bekûyê dupat kir, peymana aşîtiyê ya di navbera Yêrêvanê û Bekûyê de mimkun e eger Ermenîstan Destûra Bingehîn biguherîne û ya duyemîn jî, eger pêşnîyara Bekûyê ya ji bo jiholêrakirina koma Mînskê ya ku di çareserkirina Qerebaxê de mijûl bûye serî li Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  bide qebûl bike

Zanyarê siyasetê, analîstê nakokiyan Arsen Xaratyan di wê baweriyê de ye ku Elîyêv dikare bi berdewamî cebilxaneya xwe ya daxwazên xwe tije bike.

“Wî behsa “Adirbêcana Rojava” e kir, behsa mijara vegera azeriyan kir, ango axaftina li ser vê yekê ku li vir motîvasîyonek ji bo pêvajoya aştiyê heye, bi tenê lawaz dibe. Bi vê axaftinê, ji min re eşkere dibe ku em dikarin li ser peymaneke aştiyê ya beriya COP29 yan tavilê piştî yan di demek nêz de hêvî bikin yan bifikirin. Ez vê yekê pir kêm dibînim”.

Manê Tandilyan, damezrînerê partiya ” Welatekî ku tê de bijîn” di nivîseke tora civakî de mijara vegera azêriyên ku li Ermenîstanê yan jî neviyên wan dijîn bo Ermenîstanê nirxand û ev daxuyanî wek bêwateyekî din bi nav kir, ku armanca wê berdewamiya êrîşan e.

 “Pêwîstî dibînim ku, tevî hevkarên navneteweyî jî, bi bîr bînim ku hemwelatîyên Komara Adirbêcanê qet li axa Ermenîstanê nejiyane. Li axa Ermenistana Sovyet di sala 1989 de niha nêzîkî 80 000 adirbêcanî hene ku tenê di encama hilweşîna Yekîtiya Sovyetê de bi dilxwazî ​​vegeriyane Adirbêcanê, bi heman awayî gelek azerî jî ji welatên din yên Yekîtiya Sovyetê vegeriyan Adirbêcanê.

Wek mînak piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê zêdetirî 100 hezar azêrî ji Gurcistanê derketin.

Di çavkaniyên Adirbêcanê de jî behsa wê yekê nayê kirin ku azêrî bi zorê ji Ermenîstanê derketine, lema jî berê xwe dane welatê xwe Adirbêcanê. Li hember vê yekê zêdetirî 400 hezar ermenî di nav axa Adirbêcanê de rastî jenosîd û koçberkirinê hatin. Li gel van hemûyan muqayesekirina ermeniyên li Arsaxê dijîn, bi hezaran sal in li welatê xwe dijîn, hemwelatîbûna ermenî ya li welatê xwe jî bi temamî nayê qebûlkirin.

Li gorî zanyarê siyasî Suren Surenyans, ji bo ku ji xefika dîplomatîk ya ku ji aliyê Adirbêcanê ve hatiye amade kirin nemîne, divê aliyê ermenî di bin şertekî de biçe Bekûyê: eger hemû dîlên şer yên ermenî, tevî serkirdayetiya leşkerî û siyasî ya Arsaxê, bi hev re vegerin Yêrêvanê.

Yêrêvana fermî hê bersiv nedaye vexwendnameya ku ji Bekûyê hatiye wergirtin, mijara çûyîna wezîrê karên derve Ararat Mîrzoyan bo Bêkûyê hîna biryar nedaye.Wezîreta der ya Ermenîstanê radigihîne ku “eger mijar bê çareserkirin, ew ê agahdar bibin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button