H’emû nûçeSereke

Piranîya welatîyên Gurcistanê Rûsîyayê wek dijminê sereke yê welêt dibînin: encamên lêkolînê

Piranîya welatîyên Gurcistanê Rûsîyayê wek dijminê sereke yê welêt dibînin. Ev yek ji encamên ankêta “Baromêtrêya Kafkasyayê 2024” eşkere dibe.

Li gorî NGnewsgeorgia ê, 69 selef ji beşdaran Rûsîyayê dijminê sereke yê Gurcistanê bi nav kirin. 4 selef ji beşdaran Dewletên Yekbûyî dijminê Gurcistanê û 2 selef jî Tirkîyayê dibînin.

Xêrxwezên Gurcistanê, li gorî encamên ankêtê:

DAY  24 selef

Adirbêcan  8 selef

Ûkraîna 7 selef

Tirkmênya 4 selef

Almanîya  4 selef

Ermenîstan 2 selef

Rûsîya 2 selef

Fransîya  2 selef

Îsrayêl  selefek

Çînistan  selefek

Li gorî zêdetirî çaryeka beşdaran, Gurcistanê di nav welatên din de heval tune.

“Barometreya Kafkasîyayê” ankêteke salane ya li ser pirsgirêkên civakî-aborî û helwestên sîyasî ye ku ji alîyê navenda çavkanîyên lêkolînê ya Kafkasîyayê li Ermenîstan û Gurcistanê ve tê kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button