H’emû nûçeSereke
Ermenîstan bûye bikirçîyê sîlihên hindîye mezin

Ermenîstan bûye bikirçîyê sîlihên hindîye mezin.Şedetîya wê yekê dokûmênta wezîreta fînansa, ya li parlamênta Hindistanê dide.
“Komara Sovyêta berê Ermenîstan piştî morkirina peymanên bona destanîna komplêksên rokêtaye Pinaka û rokêtên bi navê Akash bûye birkirçîya sîlihên Hindistanêye mezin”,- derheqa wê yekêda ajansa TASS ê ragîhandîye.
Li gorî melûmetîyên wezîreta Hindistanêye parastinê, nava sala 2024 a û paşê jî sala 2025 a da kirîna sîlihaye ji Hindistanê, ya ji alîyê Ermenîstanêda, gihîştîye 600 mîlyon dolarî.







