H’emû nûçeSereke
Hewaskarîya alîyê Fransîyayê bona pêşxistina goveka ênêrgîya atomî, ya li Ermenîstanê, girînge: sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê

23 ê tîrmehê sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê Armên Grîgoryan dêlêgasîya kompanîya “Framatom” ê qebûl kirîye.
Ji ofîsa şêwira ewlehkarîya Ermenîstanê elam kirine wekî sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê seredana dêlêgasîyayê, ya li Ermenîstanê silav kirîye û hewaskarîya alîyê Fransîyayê, ya nava goveka Ermenîstanêye ênêrgîyayêda, girîng hesab kirîye.Wextê hevdîtinê, pirsên bona herdu alîya hewaskra hatine gotûbêjkirinê.







