Waşîngton nîyet dike ku piştgirîya Yêrêvanê bike ji bo baştirkirina rêvebirina sêktora ewlekarîyê: balyozxaneya Amêrîkayêye li Ermenîstanê

Waşîngton bi tayînkirina nûnerê artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê di wezîreta parastinê ya Ermenîstanê de, dixwaze piştgirîya Yêrêvanê bike ji bo pêşdabirina rêvebirina sêktora ewlekarîyê, ku ev yek jî wê bibe alîkar ku têkilîyên ermenîya-amerîkî xurt bibin.
Li ser pirsa “Armênprêss” ê, balyozxaneya Amêrîkayê ya li Ermenîstanê derbarê vê yekê de agahî da û eşkere kir ku hilbijartina şêwirmendê sîvîl berîya niha hatîye kirin û wê îsal dest bi kar bike.
“Bernameya çaksazîya berevanîya cîhanî ya wezîreta der ya Amêrîkayê piştgirî dide dewletên hevkar li çaralîyê cîhanê di avakirina sazîyên ewlekarî yên berxwedêr, bibandor û berpirsîyartir bi pêşkêşkirina piştevanîya şêwirmendîyê ya di asta stratejîk de”, balyozxaneyê destnîşan kir, ku amaje bi çend daxuyanîya cîgirê wezîrê der yê Amêrîkayê Ûzra Zeya kir, roj berê ku nûnerê leşkerê amêrîkî wê di wezîreta berevanîya Ermenîstanê de bixebite.
Balyozxaneyê amaje bi wê yekê jî kir ku dê nûnerê artêşa Amêrîkayê li wezîreta berevanîyê ya Ermenîstanê bi çi erkan bên erkdarkirin. “Şêwirmendê sîvîl ji hêla artêşa amêrîkî yan wezîreta parastinê ve nayê fînanse kirin. Fînanse ji alîyê wezîreta derve ve tê dayîn û şêwirmend dê ji bo bihêzkirina sazîyên parastinê yên Ermenîstanê alîkariyê bike. Şêwirmend dê li Ermenîstanê bixebite û bi balyozxane û wezîreta parastinê re bi rêkûpêk têkilîyên xebatê hebe.
Balyozxaneyê her wiha destnîşan kir ku bi rîya piştgirîya şêwirmendîyê, Dewletên Yekbûyî bi mebesta piştgirîkirina Ermenîstanê di baştirkirina rêvebirina sêktora ewlehîyê de, ev yek jî dê bibe alîkar ku têkilîyên ermenîya-amerîkî xurt bibin. Balyozxaneya Amêrîkayê ya li Ermenîstanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hilbijartina şêwirmendê sîvîl temam bûye û dê dawîya vê salê dest bi kar bike”.







