H’emû nûçeSereke

Mecala beşdarbûna Fransîyayêye bona çêkirina bloka stansîya atomîye nû girîng hatîye hesabkirinê: baylozê Fransîyayê li stansîya Ermenîstanêye atomî qesidîye

Baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê û dêlêgasîya bi serkarîya wî li stansîya Ermenîstîanêye atomî qesidîne, nava teşkîla kîjanêda bûne usa jî pisporên ji Fransîyayê hatî.

“Wextê hevdîtina tevî serokatîya stansîya Ermenîstîanêye atomî, du pirsên girîng hatine gotûbêjkirinê û usa jî derheqa govekên şuxulkarîya stansîya atomî xeberdan çûye. Hatîye dîyarkirinê wekî nava wê şuxulkarîyêda dikare hevkarîya ermenîya û pisporên fransî hebe, wextê kîjanê dikarin têknolocîyên fransî bidine xebatê.

Serokatîya stansîya atomî derheqa hazirîya xweda elam kirîye ku tevî alîyê fransî hevkarîyê bike û pêşnîyarên derheqa têknolocîyên nûda lêkolîn bike.

Dawîya hevdîtinê, alîya pêşnîyarên xwe raber kirine û bi hêvîdarî gotine,wekî pêşerojêda  dikarin nava govekên kifşkirîda hevkarîya kardar mîyaserkin”,-nava elametîya stansîya Ermenîstanêye atomîda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button