H’emû nûçeSereke
Wezîreta parastinê nûçeya îmzekirina peymana çekan ya 500 milyon dolarî bi Îranê re înkar dike

Wezîreta Ermenîstanêye parastinê gotegotên ku dibêjin Ermenîstan bi Îranê re peymaneke çekan ya 500 mîlyon dolarî îmze kiriye, derew û îcadî bi nav dike.
Sekretarê giştî yê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Aram Torosyan li ser mijarê bersiva pirsa “Armenpress” ê daye.
Pirs: malpera Iran International li ser Ermenîstanê û Îranê ji bo kirîna çekan bi bahê 500 milyon dolarî peymaneke veşartî îmze kir. Hûn ê vê agahiyê çawa şîrove bikin?
Bersiv: em bersivê nadin weşanên bi naveroka xeyalî.







